Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Bi sedan jin li Marsîlyayê li dijî şîdeta zilam meşiyan

Li Marsîlyayê bi sedan jin li dijî şîdeta zilam meşiyan 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê ya weke “Rêxistinek ku ji bo jina azad û avakirina jiyana ekolojîk têdikoşe” pênasekirin pîrozkirin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê de, li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Bi sedan jinên ku saet di 13:00’an de li qada Vîeûx Portê li hev civiyan, pankartên bi zimanê Fransî yên nivîsên balê dikişînin li ser şîdeta li ser jinan, al û posterê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û dovîzên li ser hatibû nivîsandin "Jin, jiyan, azadî" hildan.

Di tevahiya meşê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û korteja meşê bi yekbûyîna bi saziyên jinan ên Fransayê re berdewam kir.

Şaredara Bajarê Mezin a Marsîlyayê Martîne Vassal li vir bi berdevkên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan re hevdîtin kir.

Piştre meş ber bi Walîtiyê destpêkir. Di meşê de peyamên saziyên beşdarî meşê bûne hatin xwendin.

Nûnera Solîdarîte lîbertê Kurdîstan 13 Annîk Samalîen 43. salvegera PKK’ê bibîrxist û got, “PKK gel e, gel PKK ye. PKK tevgereke însanî ye. Tevgereke ku nirxên mirovahiyê diparêze, berdêlên giran dide û di şert û mercên herî dijwar de ji bo siberoja azad têdikoşe. Rêxistineke ku ji bo avakirina jinên azad û jiyana ekolojîk têdikoşe.”

Meşa ku têde bertekên li dijî şîdeta li ser jinê derketin pêş, li ber Walîtiyê bi dawî bû.