Bi sedan jin ji bo 'têkoşîna hevpar' hatin cem hev

Bi banga 164 saziyên jinan û LGBT+ bi sedan jin hatin cem hev. Bi çarçoweya bernameyê 2 rojan wê atolye û forûm werin danîn.

Li gelek bajaran bi banga 164 saziyên jinan û LGBT+ bi navê Pevcivîna Jinan a Tirkiyê li Navenda Hunerê ya Fulya a Stenbolê hatin cem hev. Pevcivîna jinan a bi dirûşma ''Mafên me, jiyana me, destkeftinên me yên me ne'' wê di rojan bidome. Parlamenterên HDP'ê Dîran Dîrayet Taşdemîr, Filîz Kerestecîoglû û Huda Kaya jî hazir bûn. 

Ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê jin gihaştin hev.

'LI DIJÎ AKP'Ê TIŞTÊN KU EM BIKIN HENE'

Di rûniştina pêşî ya pevcivînê de ji Koma Kampanyaya 'Jin bi hev re xurt in' Çagla Akdere axivî. Akdere got, li dijî wan kesên ku li ser jiyana wan dibêjin heqê wan heye, çend gotinên wan hene, li dijî rejîma AKP'ê ku xwe li ser dijminatiya jinan ava dike, tiştên ku bikin hene. Akdere got, ew ê dev ji maf û jiyanê neqerin û ji bo ku vê bikin wê bi hev re gav bavêjin.

Bi çarçoweya bernameyê du rojan wê forum û atolye werin danîn. Atolye bi navê ''Em bi hev re çawa dikarin têkoşînê geş biki'', 'Em bi hev re çawa dikarin xur bibin'', ''Em têkiliya xwe çawa dikarin geştir bikin'' pêk werin.