BI DÎMEN

'Bi saya perwerdeyê jin pêşengiya xwerêvebirinê dikin'

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Starê Gulistan Gulo diyar kir ku bi saya xebatên perwerdehiyê jin di asta rêveberiyê de cihê xwe digire û got: "Îro bi hezaran jin di her qadekê de kar dike û erkên giran pêk tîne."

Kongra Star li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeê xwe bi rêxistin kiriye û bi xebatên dimeşîne hêz dide jinan. Ji van xebatên tên meşandin yek jê perwerdekirina jinan e. Berdevka Komîteya Perwerdeyê a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Gulo li ser xebatên xwe agahî da ANF’ê.

Gulistan Gulo di destpêka axaftina xwe de li ser zihniyetên ku ser civakê hatine meşandin û çawa bandorê li ser civakê kirine rawestiya û wiha dest bi gotina xwe kir: “Li ser jinan û gelên Rojhilata Navîn siyasetên gelek qirêj hatin meşandin û ji zanabûnê hatin dûrxistin. Kongra Star li hemberî vê yekê ji bo azadiya jinan dixebite. Ji van xebatan yek jê ya sereke qada perwerdeyê ye. Bi perwerdeyê hin gav hatin avêtin, ji despêka şoreşê û heta niha pêşketineke mezin hatiye çêkirin. Ji ber di şoreşê de sîstema perwerdeyê li her derê hate avakirin. Xebata jin û xebata perwerdeyê li her bajar, navçe, bajarok, gund, gundik û her komînan hatiye avakirin”

XEBATÊN PERWERDEYÊ LI HER DERÊ TÊN MEŞANDIN

Gulistan Gulo di nav axaftina xwe de qala sîstema perwerdeya ku tê meşandin kir û wiha berdewam kir: ''Em sîstema perwerdeyê ji civakê dest pê dikin. Ji bo wê em despêkê komînan digrin dest û herî zêde xebatên gel esas tên girtin. Piştî wê komîteyên me di bajar de jî cihên xwe digirin ew komîte bi navçe, bajarok û gundan re xebatên perwerdeyê didin meşandin. Xebata perwerdeyê di wan qadan de xebatên vekirî ne. Ji rojan dest pê dike û heta hefteyekê an jî 15 rojan berdewam dike. Li kêleka van xebatên vekirî ku zêdetir gel digirin nav xwe. Li aliyê din akademî jî hene û ew gava duyem e.”

EV SALEKE AKADEMIYA PISPORIYÊ HATIYE VEKIRIN

Di dewama axaftina xwe de Gulistan Gulo anî ziman ku di akademiyan de sîstema perwerdeyê bi awayeke berfirehtir tê meşandin û wiha domand: ''Di akademiyan de xebatê perwerdeyê û sîstema wê firehtir dibe û waneyên ku tên dayîn berfirehtir tên şîrove kirin. Li hemû kantonan akademî hene. Li kêleka van jî ev nêzî saleke akademiyeke branşê ''Akademiya Pisporiyê'' bi navê Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan hatiye vekirin. Ev akademiya taybet a branşê ye dema kesek derbasî vê akademiyê dibe perwerdeya xwe derbarê mijarek taybet de dibîne û xwe tê de xurt dike. Ev sîstema ku me aniye ziman li ser asta herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê meşandin. Di akademiyan de waneyên çand û exlaq, rastiya Rêbertî, parastin, zayendperestî, dîroka jin, dîroka Kurdistanê û hemû waneyên ku tên dayîn girêdayî jin û civakê tên dayîn.”

PIŞTÎ PERWERDEYÊ NÊRÎN Û KESAYETA JINAN DIGUHERE

Gulistan Gulo di axaftina xwe de pirsgirêkên civakî û çareseriyên ku ji bo wan pirsgirêkan dikin anî ziman û wiha pêde çû: ''Pirsgirêka civaka me ya esasî hişmendiya ku bi hezaran salan hatiye meşandin e. Hertim jinê biçûk û bê ol dibîne. Bi rêya perwerdeyê em hewil didin ku careke din rastiya jinê derxin holê. Di nav civakê de zehmetiyên herî zêde bi jinên ku hîn nizanin çawa mafê xwe û nasnameya xwe û hebûna xwe biparêzin re dikşînin. Ji bo wê herî zêde li ser van mijaran tên sekinandin û perwerdeyên me heta astekê ji van pirsgirêkan re dibin bersiv. Jinek dema derbasî perwerdeyê dibe piştî perwerdeyê diqedîne nêrîn û kesayeta wê cûda dibe.”

BI PERWERDEYÊ XWE NAS DIKIN Û ZANE DIBIN

Berdevk Gulistan Gulo di dewama axaftina xwe de li ser guhertinên ku piştî perwerdê di kesayetên jinan tên avakirin axivî û wiha got: “Despêkê ku bi jinan re ji bo perwerdê tê nîqaşkirin herî zêde zehmetî di warê jinên xwedî mal û zarok de tên kişandin. Piştî derbasî perwerdeyê dibin û ferqa di navber jiyana xwe ya berê û piştî perwerdeyê de dibîne ew bi xwe dibêjin ku xwezî em ji zû de hatibana û derbasî perwerdeyê bûna. Ev jî ji ber lêgerîn û naskirina wê çêdibe. Bi rêya van perwerdeyan asteke jin derdikeve pêş. Ev ji bo me jî derbasdar e, despêkê em bê perwerde bûn me jî nizanî bû em ê çawa kar bikin. Lê piştî perwerdeyê me guhertinên di kesayetên xwe dît û me dît ku jin çawa zane dibe. Ev hemû jî encama xwe naskirinê ye û xurtkirina kesayet e. Bi saya van perwerdeyan îro ewqas jin di asta rêvebertî de cihê xwe digire.”

BI HEZARAN JIN DI NAVA XEBATAN DE CIH DIGIRIN

Gulistan Gulo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji despêka avakirina sîstema Kongra Star û heta niha projeyê me ew e ku yek jin bê perwerde û bê rêxistin nemîne. Lê ji ber şert û mercên herêm tê re derbas dibe di vê aliyê de hin lewaztî derketin holê. Ji bo telafîkirina vê yekê jî plansaziyên me yên berfireh hene. Divê em ji bo hemû jinan têkoşîna xwe berdewam bikin û wan perwerde bikin. Îro dema mirov dibîne gelê Kurd ku bi salan dûrî nasnameya xwe û îradeya xwe hatibû hiştin, di vê şoreşê de gavek avêtin û hemû gel bi zimanê xwe diaxive, perwerde dibe, koka xwe nas dike. Mirov dikare bîne ziman ku nifşa nû, nifşeke bi kok e û dikarin pêşeroja me ronî bike. Îro bi hezaran jin di her qadekê de cih girtiye û xebatê bi rê ve dibe û erkên giran digrin ser milê xwe. Di sîstema hevserokatî de nasnameya xwe diparêze û pêşengtiyê ji xebatê re dike."