'Bi qirkirina jinê re civak tê qirkirin'

Aktîvîsta TJA'yê û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez bal kişand ser zext û zordariya li jinê tê kirin û diyar kir ku bi jinê re dixwazin civakê qir bikin. Seval Gulmez girîngiya kampanya wan a bi navê 'Em ê xwe biparêzin' bi bîr xist.

Tevgera Jinên Azad (TJA) çend hefte berê li dijî tecrîd, tacîz, tecawiz û qeyûman kampanyaya bi navê ‘Em Xwe Biparêzin’ ji bo 4 mehan da destpêkirin. Têkildarî kampanyayê aktîvîsta TJA û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez axivî û diyar kir ku wê TJA li dijî hişmendiya serdest her tim di nav liv û tevgerê de be.

‘BI QIRKIRINA JINÊ RE CIVAK TÊ QIRIKIRIN’

Gulmez bal kişand ser zext û zordariya 6 hezar salan a li ser jinê û diyar kir ku ev mêtinkarî di vê serdemê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve li dijî wan tê dewamkirin. Gulmez got, "Dixwazin li ser esasekî ji bo jinan ti maf û heqî nas nakin, jin ne weke kirde weke obje bê bikaranîn, timî xizmetê dike, ji cewhera xwe dûr ketiye ava bikin. Her wiha weke tê dîtin jî jin timî tên qetilkirin û qirkirin. Bi qirkirina jinê re ya rastî civak tê qirkirin, parçekirin û ji cewhera xwe tê dûrxistin. Ji ber xistina jinan tê maneya tinekirin û xistina civakê. Her wiha ji bo parçekirina civakê û pêşxistina ferdperestiyê jî jinan dikin armanc."

'XWEPARASTINA JINÊ JÎ CIVAKBÛNA WÊ YE'

Gulmez destnîşan kir ku ya civakê yekpare dike, li cem hev digire jin e û wiha pê de çû: “Lewma li hember vê  zîhniyeta bi serweriya mêr a ti heqî ji bo jinê nas nake, jinê tenê mehkûmî mutfeq û hundir dike me kampanyayeke wer da destpêkirin. Em hebûna jinan tenê di aliyê biyolojîk de nagirin dest. Em hewl didin jin careke din weke berî niha bi 6 hezar salan vegere hêz û cewhera xwe. Jin ew e ku tevahî nirxan neqlî civakê dike, civakê li ser piyan digire û pêş dixe. Jin di heman demê de dîroka civakekê ye. 

Em dixwazin vê vebêjin, bi vê hebin, diyar bikin ku meseleya me tenê biyolojîk nîne. Bi saya vê kampanyayê em dixwazin vê bi civakê re parve bikin. Em dixwazin tişta ji civakê hatiye dizîn û stendin careke din bidin civakê. Ji ber bi jinê re civak jî perîşan kirin. Dîsa bi civakê re xweza jî qir kirin. Eger em bala xwe bidinê gulek jî xwedî xweparastin e, her wiha her zindiyek jî wisa ye. Xweparastina jinê jî civakbûna wê ye. Her cure xweparastin jî heq û heqîqet e.” 

‘LI DIJÎ JINÊ ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN’

Gulmez bilêv kir ku ev 40 salên dawî ne di jinên Kud de hişyarbûneke cidî heye û wiha dom kir: “Bi manedayîn û fêmkirina 6 hezar berê re, gihiştine asteke xwe fêm bikin û manedar bikin. Li Tirkiye û Kurdistanê pergaleke vê rastiyê qebûl nake li pêşiya me heye. Li hemberî jinên têkoşîn dikin, polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Ev hem bi baskên fermî hem jî ne yên nefermî bi awayekî, tacîz, tecawizan, bi darê zorê ku jinan sewqî fihûşê dikin tên meşandin. Dixwazin bi van êrîşan re têkoşîn û berxwedana jinên ciwan a li Kurdistanê tê meşandin tine bikin. Hewl dan vê destpêkê bi çekan bikin, lê dema dîtin bi ser neketin, vê carê berê xwe dan zarokên keç ên 15-16 salî. Dixwazin bi vê êrîşa li hember van zarokên keç civakê parçe bikin, psîkolojiya civakê xera bikin. Lê tiştekî ji bîr dikin heye ku li hember van hemû êrîşan têkoşîneke jinan a ber bi heqîqetê ve dimeşe heye. Li hember van êrîşên dewleta bi serweriya mêr, divê beriya her tiştî jin li jinan xwedî derkevin Weke  jin em xwe rêxistin bikin. Ligel van pêwîst e em rabihuriya xwe fêm bikin, qadên xwe yên têkoşîn, perwerde, aborî, civakî û jiyanê ava bikin. Divê weke jin em bibin yek. Em ê ji bo vê bên cem hevdu, pirsgirêkên xwe çareser bikin.” 

‘WÊ TÊKOŞÎNA ME DI HER ALÎ DE BIDOME’

Gulmez derbirî ku eger em mêtinkariya li ser jinê çareser bikin, em ê mêtinkariya li ser civakê jî ji holê rakin û ev tişt got: “Bi vê kampanyayê re me gava pêşî avêt, em ê vê pêş bixin. Ji bo jin cinsê xwe nas bike, bigihîje cewhera xwe em ê meşa xwe bimeşînin. Ev kampanyaya me li hember van êrîşên li ser jinan e. Ev tenê kampanyayeke destpêkê yan jî ya dawî nîne. Em ê bi vê kampanyaya xwe ya wê 4-5 mehan bidome di nav jinan û civakê de bin.Têkildarî kampanyayê li her tax, kolanan, platforman em bi jinan re tên cem hev, bi jinên rastî zext, şîdetê hatine, jinên bûne mexdûrên şer re tên cem hev. Pirsgirêkên wan guhdar dikin, hewl didin pêkve çareser bikin. 

Wê di çarçoveya kampanyaya me de konferans, panel, perwerdeyên me werin lidarxistin. Dîsa bi rêya roportaj û daxuyaniyên bidin çapemeniyê em ê kampanyaya xwe bidomînin. Eleqe û heyecaneke mezin ji vê kampanyayê re heye. Em ê ji sedî sed di vê têkoşînê de bi ser kevin.”