Bi jinên Amerîkaya Latîn re kampa Jineolojiyê
Li Arjantînê di çarçoveya civînên jineolojiyê de du rojan kampa jineolojiyê hate lidarxistin. 80 nûner û çalakvanên tevgerên jinan ên ji welatên cihê yên Amerîkaya Latîn tevlî kampê bûn.
Li Arjantînê di çarçoveya civînên jineolojiyê de du rojan kampa jineolojiyê hate lidarxistin. 80 nûner û çalakvanên tevgerên jinan ên ji welatên cihê yên Amerîkaya Latîn tevlî kampê bûn.
Piştî panel û semînera li Arjantînê du rojan Kampa Jineolojiyê hate lidarxistin. Ji Arjantîn, Hondûras, Şîlî, Ûrûgûay û Kolombiyayê nûnerên tevgerên jinan, femînîstên otonom, akademîsyen û endamên tevgerên ciwan û civakî tevlî kampê bûn. Kamp ji aliyê Komîteya Hevgirtinê ya bi Kurdistanê re hate lidarxistin. Endama Komîteyê Natalîa Benavîdes diyar kir ku armanca jineolojiyê ronîkirina civakê ye.
Di roja pêşîn a kampa Jineolojiyê de Zîlan Diyar qala dîroka tevgera jinan a Kurd û pêvajoya guherîn û veguherîna wê kir.
Êvarî jî bi stranên Îspanyolî û Kurdî çalakî domiya.
Di roja duyemîn de jî sînevîzyona li ser Sakîne Cansiz a ku yek ji pêşenga tevgera jinên Kurd e, hate temaşekirin. Piştre jî rexneyên jineolojiyê yên li ser zanistên civakî û metodên lêkolînê hate vegotin. Piştî nîqaşan du sînevîzyonên li ser projeya JINWAR’ê hatin temaşekirin.
Standa ku broşur û pirtûkên li ser Jineolojî û tevgera jinan a Kurd lê hebûn jî du rojan vekirî ma.