Bi hezaran jin li ser rêya Efrînê ne

Bi hezaran jinên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi wesîleya 8'ê Adarê ber bi Efrînê ve bi rê ketin gihîştin Minbicê.

Jin ji herêmên Firatê, Cizîr, Dêra Zorê, Reqa, Şengal û beşên din ên Kurdistanê bi rê ketin. Jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev civiyan, dixwazin 8'ê Adarê bi jinên Efrînî pîroz bikin. Jin her wiha dixwazin tevlî çalakiyên li Efrînê yên li dijî dagirkeriya Tirk bibin. Girseya gel gihîşte Minbicê.

Koma ji jinan roja Duşemê gihîştibûn bajarê Kobanê yê herêma Firatê. Piştre tevî jinên ji Minbic û Reqayê berê xwe dan Minbicê. Piştî Minbicê jin wê xwe bigihînin Efrînê.