Bi hezaran jin li Qereçoxê meşiyan

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Şideta li Hember Jinê bi hezaran jinên ber bi Çiyayê Qereçoxê ve meşiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Îro bi hezaran jinên herêma Cizîrê, li Herêma Qereçoxê kom bûn. Jinan li vir dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ qîr kirin û dest bi meşê kirin.

Di meşa gihiştin Çiyayê Qereçoxê de li ser navê Kongreya Star daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Têkoşîna hersê xuşkên “Mirbal” a di sala 1960’an de li hemberî tundiya li ser jinê bûye sembola têkoşîna ya bi milyonan jinan. Yek ji wan navê wê Menîrfa ye, wê destpêkê têkoşîna xwe destpê kir, piştre herdu xuşkên wê Patriya û Mariya jî tevlî têkoşîna ji bo jinê bûn.

Hersê xuşkên çalakvan li Komara Domînk têkoşîna xwe dewam kirin. Di 25’ê Mijdara 1960’an de dîktatorê Komara Domînîk fermana kuştina hersê xuşkan da.

Bi derketina DAIŞ’ê re jin dîsa şidet li ser jinê hate kirin. DAIŞ’ê bi awayekî hovane li Şengal, Minbic, Tebqa û gelek bajarên din êrîşên hovane li ser jinê kirin.

Niha li Rojhilata Navîn hikûmeta AKP’ê êrîşên pir dijwar li dijî jinan pêk tîne. Jina Kurd roleke girîng li ser rêya pêkanîna demokrasiyê dike. Ji ber vê yekê hikûmeta Tirk bi hinceta terorê gelek jinên ku têkoşînê dikin, daye girtin.

Wekî jinên Bakurê Sûriyeyê em ti carî vîna xwe radestî siyaseta dewleta Tirk nakin, wekî ku me li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê serkeftinên mezin bidest xistine, em ê li hemberî hemû dagirkeran jî serkeftî bin.

Wekî ku em dizanin Parlamentoya Iraqê zewicandina bi temenê biçûk rewa kiriye. Ev bi serê xwe sûcekî li dijî jinê ye. Em biryara palamentoyê şermezar dikin. Em ê şerê vê hişmendiya paşverû bikin.

Êdî dengê jinê yê ji bo wekhevî û dadmendiya digihêje tevahiya cîhanê. Ev yekîtiya hanê wê jinê biparêze.

Wekî jinên Kurd em rêya felsefeya Rêber Apo dişopînin. Em ji felsefeya azadiyê ya rêbertiya xwe fêrî lêgerîna li azadiyê bûne. Me gelek serkeftin bi dest xistine û sira serkeftina me felsefe û nerînên Rêber Apo ye. Em ruhê têkoşîna xwe hem di aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ji ramanên wî digirin.

Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan dikin ku bi hemû cureyan şerê sîstemên desthilatdar ên dîktator bikin û têkoşîna xwe hetanî serkeftinê bilind bikin.”