'Bi demê re wê Sakîne Cansiz hê bêhtir bê vegotin'

Bîrcan got, "Ne pêkane ku şoreşgereke jin a ku jiyana xwe bi têkoşîneke mezin derbas kiriye bi belgeselekê were vegotin" û destnîşan kir, bi demê re Sakîne Cansiz wê hê bêhtir were vegotin.

Ji amadekarên Belgesela Sara Zinarîn Bîrcan qala karên xwe û jiyana Sakîne Cansiz (Sara) kir.

Bîrcan da xuyakirin, ku di vî karê wan de keda bi dehan gerîla hene û got, "Çêkirina belgesela Sakîne Cansiz karekî gelekî giran bû." Bîrcan diyar kir, ji ber ku vê xebatê ji nava gerîla dest pê kir, vê yekê hêzeke mezin daye wê û got, "Diviyabû hinekan ev kar bikira. Di vî karî de dibe ku ez û hevalên di ekîbê de nebûna. Lê belê kê ev kar bikira, ez bawerim wê pirsa 'gelê ez ê karibim bikim?' ji xwe bikira. Ji xwe weke ekîb me ev pirs heta bidawîbûna vî karî jî ji xwe pirsî."

'ME BI SÊ EKÎBAN DEST PÊ KIR'

Bîrcan têkildarî ekîbûna destpêkê ya Belgesela Sara de got, "Dema mijar Sakîne Cansiz be, mirov dest ji hemû karê xwe berdidin û dest bi vî karî dikin. Tevî ku me bi têrkerî ji vî karî fêhm nedikiri jî, hevalên me yên ji çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî yên ji Bakurê Kurdistanê tevlî bûn, bi dil û can beşdarî vî karî bûn. Ji hevalên me yên li Bakurê Kurdistanê tevlî bûn hevalên Elîf Engîn Şîmşek, Şehbal Şenyûrt, di heman demê de gelek gerîlayan destek dan. Derhênera belgeselê ya gerîla Dersîm Zerevan û hevalên Nûjiyan Erhan, Rojbîn Ekîn di vê xebatê de xwedî kedeke mezin e. Bi tempoyeke xurt bi rengê sê ekîban me dest bi vî karî kir."

'XWEDIYÊ SENARYOYÊ HEVALA SARA BI XWE YE'

Bîrcan da xuyakirin, ku dema wan dest bi vî karî kir wan zanîbûn wê bibe karekî demdirêj û destnîşan kir, ya ku rêveçûna belgeselê diyar kir, Sakîne Cansiz bi xwe bû.

Li ser qonaxa senaryoyê Bîrcan got, "Sakîne Cansiz bi serê xwe dîrokek bû. Sakîne Cansiz şoreşgerek xwedî gelek nasnameyan bû. Beriya her tiştî Kurd û Elewî bû. Keça gelekî ji komkujiya Dersîmê hatiye, bû. Di heman demê de di nava jinên Kurd ên li her devera Kurdistanê bi rengekî bêhempa li ber xwe dan, cih girt. Piştre jî bi nasnameya xwe ya PKK'yî û dijberiya xwe ya li sîstemê, bû dildara têkoşîna Kurdistanê. Ji bo vegotina van hemû nasnameyan, amadekariyeke mezin a bingehîn diviyabû. Materyalên ji aliyê hevalan ve hatibûn amadekirin, hebûn. Weke ekîb, beriya destpêkirina vî karî em di nava xwe de kûr bûn. Di vê demê de firsenda me çêbû ku pirtûkên Sakîne Cansiz bixwînin. Hevala Sara ji xwe di pirtûka xwe de qala xwe kiribû û ev yek weke mîrateyekê ji me re hiştibû. Weke qonaxên xwezayî yên zindîbûnê; mirov ji dayik dibe, dijî û dimire. Lê belê li cîhana ku bi mîlyaran mirov lê dijîn, kêm mirovan mîrate li dû xwe hiştine û siberoj diyar kirine."

Bîrcan da xuyakirin, ku ew dikarin bêjin, "Xwediyê senaryoyê hevala Sara bi xwe ye" û destnîşan kir, ku ya wan kir, berhevkirina van daneyan bû.

'WEXTEKE KU MIROV KARIBE SAKÎNE CANSIZ DI NAV DE BI TEMAMÎ VEBÊJIN, NÎNE'

Zinarîn Bîrcan diyar kir, dema wan xwestine Sakîne Cansiz vebêjin, her tim pê hesiyane ku tiştek kêm ma ye û got: "Ne pêkane ku şoreşgereke jin a ku jiyana xwe bi têkoşîneke mezin derbas kiriye bi belgeselekê were vegotin. Lê belê her ku dem biherike, wê Sakîne Caniz bê vegotin."

Bîrcan wiha dewma kir: "Ez ji 18 saliya xwe ve Sakîne Cansiz nas dikim. Min ew didît, pê re sohbet dikir. Ji min hebû ku min ew nas dikir, lê belê di vî karî de ez gelekî li ber xwe ketim. Hemû hevalên di ekîbê re jî bi heman rengî bûn. Hema bêjin ti hevpeyvîn nebû ku em di dema wê de negiriyan. Ji ber vê yekê, bi dîtina min serdemeke ku mirov karibe Sakîne Cansiz di nav de vebêjin, nîne. Ji xwe pirsgirêka me ya herî mezin jî ev bû; diviyabû karekî ji 90 deqeyî bûya. Lê belê dema mijar dîrokeke ewçend mezin, mijar Sakîne Cansiz be, nepêkan bû ku mirov di nava 90 deqeyan de vebêjin. Mîna ku hevrêyên wê jî timî digotin, vegotina Sara ne karekî hêsan e. Ez dizanim ku temaşeker jî xwestine hîn bêhtir bibînin." Bîrcan anî ziman, vegotinek, nivîsandin têra vegotina Sakîne Cansiz nake.

'BI VÎ KARÎ RE EM JÎ HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛN'

Bîrcan bal kişand ser zor û zehmetî û avantajên çêkirina vê belgeselê û got, "Tevî avantajên me di vê belgeselê de dezavantajên me jî hebûn. Ji ber ku yên di destpêkê de xebatek li ser navê Sakîne Cansiz dikin em bûn, ev yek ji bo me dezavantaj bû. Tecrûbeyeke belgeselê ya Tevgera Jinê tinebû. Vegotina hevala Sara weke dîrokekê bi rastî jî zehmet bû. Diviyabû me jiyan, têkoşîn û sekna wê nîşan bida. Di nava bîranînên wê de gelek mijarên ku mirov xwe pê hîn bikin, hebûn. Bi ya min bûya, wê belgeseleke hîn dirêjtir bûya. Baş bû ku hevalên me yên baş ji vî karî fêhm dikir, hebûn. Di belgeselê de hin beşên ji jiyana Sakîne Cansiz nîne. Tê bîra min, derhênera me di dema amadekirina çîroka belgeselê de bi saetan ji me re qalê dikir, bê çima em nikarin her tiştî di belgeselê de bi cih bikin. Me ev kar weke perwerdeyekê ji xwe re dît. Bi vî karî re em jî hînî gelek tiştan bûn. Ji ber ku derhênera me gerîla bû û em bi zanebûna gerîla dixebitîn, ev yek ji bo me avantajeke mezin bû." 

Bîrcan bal kişand ser eleqeya ji bo belgeselê û diyar kir, ku li her devera hat nîşandan, eleqeyeke mezin kişand.