Bi dehan jin li kampa jinelojiyê ya li Fransayê kom bûn

Ji gelek welatên Ewropayê bi dehan jin li kampa jineolojiyê ya li Fransayê kom bûn.

Li gorî agahiyên ji organîzatorên kampê hatine wergirtin, ji bihara 2022’an û vir ve amadekariyên kampa jinelojiyê kirine.

Kampa jinelojiyê di 5’ê Tirmehê de dest pê kir û heta 10’ê Tirmehê dewam kir. Ji Fransa, Belçîka, Swed û Fasê 30 jin tevlî çalakiyên kampê ya ji bo Aysel Dogan bûn.

Organîzatoran diyar kirin ku armanca kampê ew e li ser rola jinê di avakirina modernîteya demokratîk û veguhertinên civakî de kûr bibin.

Di vê çarçoveyê de semîner, komxebat, nîqaş û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.