Bi boneya 25'ê Mijdarê rêxistinên jinan li qadan bûn

Bi boneya şermezarkirina roja tundiya li ser jinê bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Sara û Saziya Jinên Rojhilat Ronak, tevî dostên xwe li meydana Sergelstorget a Stockholmê çalakî lidar xistin.

Îro êvarê saet 17'an bi pêşengtiya Rêxistina Jinan a Sara li Swêdê û jinên Rojhilatê Kurdistanê Ronak û jinên ji Emerîka Latîn û her wiha jinên çepgir û sosyalîst li meydana ku wêneyên jinên ji her çar hêlên cîhanê yên ku bi destê mêran hatibûn qetilkirin an jî winda kirin hatibûn danîn hatin gel hev û weke sembola jinan mûm hatibûn pêxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo jinên ku di têkoşîna azadiya jinan der canê xwe fedakirine destpêkir. Piştre Berdevka Rêxistina Jinan a Sara ya li Swêdê Ayşe Goktepe axifî û got: “Jinên Kurd ev 43 salin bi awayeke pir xurt û çalak rabûne ser xwe, bi rêxistin bûye û ketiye zanebûna hêza xwe. Bi taybet îro jina Kurd ji raman û jiyaneke wisa re pêşengî dike ku êdî li tevayî cîhanê bi serfirazî û bi şanaziyeke mezin lê tê temaşe kirin. Mînaka herî ber bi çav, sîstema konfederalîzma li Rojava ye. Bi nasname, bi hêz û bi baweriya jinê ev yek tê rêvebirin. Ji xwe ji ber vê zanebûna jinan ku rejîma AKP-MHP ji hêz û zanebûna jina Kurd ditirse, xwe ji Peymana Stenbole ya ji bo parastina mafên jinan vekişand û bi awayeke hovane êrîşî jinan dikin. Em şopdarê rêya Sara, Ronahî û tevayî jinên ku ji bo jiyaneke azad û wekhev û dadperwerane têdikoşin in.”

Piştre Parlementera Partiya Çep a Swêd Lorena Delgado Varas jî axaftinek kir. Lorena di serî de di kesayeta xwişkên Mîrabel silav li tevayî jinên ku li her devera cîhanê li dijî sîstem û feraseta zilamsalarî  têdikoşin, şer dikin û li berxwe didin silav kir û wiha pêde çû: “Îsal tenê li Swêdê nêzî 50 jin hatine kuştin. heger li welatek weke Swêd tiştek wisa çêdibe û tê serê jina, li welatên dîtir jin çawa jiyan dikin, hûn bifikirin. Li her devera cîhanê êş û daxwaza jinan yeke, hewara wan û gotinên wan yeke. Îro roja rawestana li hember şîddeta li ser jinan e û pêwîste ne tenê îro, her roj ev kiryarên mêran a li ser jinan were şermezarkirin û jin bi dengek xurttir dabikevin qadan.”

Li ser navê Rêxistina Jinên Rojhilatê Kurdistanê Ronak, Dilara jî axaftinek pêşkêş kir û destnîşankir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin bi awayeke sîstematîk ji hêla desthilatdarên zordar ku mêr serkêşiyê jê re dike tên kuştin, fetisandin û bi taybet hem di bin navê pîvanên olî û hem jî ji hêla rejîma mele ve têne qetilkirin, girtin û tên windakirin. Ji ber vê jî birêxistinbûna jinan a li Rojhilat û Îranê ji her demê girîngtire.

Li ser navê her rêxistin û saziyan axaftin hatin kirin. Çalakî piştî axaftinan bi lêxistina def û daholê û berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Sara, Rojbîn, Ronahî” bi dawî bû.