Beştaş: Nobeda Wijdan û Edaletê maskeya hikûmetê xistiye

Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku gelê Wanê tevî hemû astengî û dorpêça li ser bajêr xwedî li Nobeda Wijdan û Edaletê derketiye.

Di roja 6’an a Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku li Wanê dom dike de, Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş bûyerên heyî ji ANF’ê re nirxand.

Beştaş destnîşan kir ku gelê Wanê bi awayekî xurt xwedî li Nobda Wijan û Edaletê derketiye, diyar kir ku ji bo her kesê wijdan û edaletê dixwazin.

GELÊ WANÊ XWEDÎ LI NOBEDA WIJDAN Û EDALETÊ DERKETIYE

Beşdaş a ku diyar kir ku wê piştî Wanê Nobeda Wijdan û Edaletê li Îzmîrê bidin destpêkirin wiha got: “Em di roja 6’an a Nobed Wijdan û Edaletê de ne. Piştî Wanê û şûnde em ê nobeda xwe li Îzmîrê destpê bikin. Bi rastî li Wanê tevî hemû astengî û bendên hatin danîn gel bi awayekî pir xurt piştgirî kir. Em dikarin bêjin gelê me li Wanê bi awayekî xurt xwedî li Nobeda Wijdan û Edaletê derketine.”

EDALET JI BO HER KESÊ PÊWÎST E

Beştaş wiha anî ziman: “Me dît ku Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku destpêkê li Amed û Stenbolê dom kir çiqas pêwîst e.” Beştaş wiha pêde çû: “Bi vê wateyê wijdan û edalet ne tenê ji bo gelê Kurd û HDP’ê pêwîst e. Bi rastî jî niha civaka Tirkiyeyê di bin simê bêdedaletiyê de dike nal nal. Em dibîn, hemû beşên mirovan, karker, jin, ciwan, zarok û girtiyên li zindanan û bi awayekî giştî 80 milyon di nava bêedaletî û bê wijdaniyê de ye. Armanca me ew e ku xîtabî her kesê bikin û bikin qîr ku edalet ji bo her kesê pêwîs te.Nobeda Wijdan û Edaletê maskeya hikûmetê xistiye.”

DESTHILAT DIXWAZE CIVAKA TIRKIYEYÊ BÊDENG BIKE

Beştaş a ku destnîşan kir ku gelê Wanê bi awayekî pir xurt xwedî li Nobeda Wijdan û Edaletê derketiye û wiha nirxand: “Tevî hemû astengî û dorpêça li ser bajêr em vê xwedî derketinê pir bi wate dibînin. Yên ku li ser desthilatê niha dixwazin civakên li Tirkiyeyê bêdeng biki. Dixwazin tenê yên li ber wan stûyê xwe xwar bikin û piştgiriyê bidin wan daxuyaniyan bidin.”

TAM DEMÊ WÊ YE KU BÊJIN JI BO HER KESÊ EDALET Û JI BO HER KESÊ WIJDAN

Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a ku diyar kir ku tam demê wê ye ku bêjin ji bo her kesê edalet û ji bo her kesê wijdan û got: “Bi taybet dixwazin civakên Tirkiyeyê bikin yek reng. Em bi awayekî pir rengî demokrasiyê diparêzin, heq û edaletê dixwazin. Bi vê nêzîkatiyê em ê nobeta xwe veguhêzin Îzmîrê.