'Berpirsyarê kuştina jinan hikumeta AKP'ê ye'

Ji hiqûqnasên Baroya Wanê Sevda Aydin diyar kir, kuştina jinan ku dema dawî zêde bûye polîtîk e û got, "Berpirsyarê kuştina jinan hikumeta AKP'ê ye."

Li Tirkiyeyê bi taybetî bi destpêkirina desthilatdariya AKP'ê re ji sala 2002'an ve jin hîn bêhtir tên kuştin. Di sala 2002'an de dema ku AKP bû desthilatdar hejmara jinên hatin kuştin 66 bû, di sala 2016'an de bû 328 kes, di 10 mehên destpêkê yên sala 2017'an de jî gihîşt 338 kesan.

Ji hiqûqnasên Baroya Wanê Sevda Aydin mijar nirxand û got, "Dirûşma 'kuştina jinê polîtîk e' tê qîrîn. Sedema herî mezin a zêdebûna tundiyê û kuştina jinan polîtîkaya giştî ya li welêt e ku zemînê ji tundiya dijî jinê re diafirîne. Gotinên rayedarên siyasetê di wê astê de ne ku zemînê ji kuştina jinê re amade dikin, di heman demê de teşwîq dikin. Daxuyaniyên ku dibêjin, 'divê jin îteatê bikin, divê jin nekenin' tundiyê xwedî dikin. Her wiha polîtîkayên aboriyê ku jinê li derveyî jiyanê dihêlin û astengkirina cihêbûnê çend ji van sedeman e."

Aydin anî ziman ku di dosyayên kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan de yên ku tên darizandin ne tenê bersûc in, di heman demê de îstîsmarkirin û kuştina jinê ye û got, "Kêmkirina cezayê bersûcan di heman demê de kêmkirina cezayên îstîsmar û kuştina jinê ye."

Aydin destnîşan kir, ji bo dawî li tundiya ji ber zayendê bê anîn, beriya her tiştî divê normên civakî bên guhertin û diyar kir, amûra herî girîng a guhertina vê yekê jî guhertina polîtîkayên hikumetê yên der barê jinê ye.

Her wiha got, "Ji bo van hemûyan jî divê têkoşîneke xurt a civakî bê kirin û dengê piştevaniyê bê bilindkirin."