Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê yên li Yewnanîstanê

Ji bo lidarxistina çalakiyên 8'ê Adarê yên li Yewnanîstanê, jinên Kurd komîteyek ava kirin. komîteyê bang li hemû jinên Kurd ên li Kurdistanê û Ewropayê kir ku tevlî çalakiyan bibin.

Aktîvîsta jin Rûken Demîr li ser çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, bi şiyara "Jin li dijî zilmê bi berxwedanê radibin" wê bi berxwedana li Efrînê û ruhê Avesta Xabûr dakevin qadan.

Demîr got, jinên Kurd wê li her cihê lê ne çalakiyan li dar bixin û li ser plansaziya çalakiyan a li Yewnanîstanê ev agahî da:

6'ê Adarê li otela City Plaza nîşandana sînevîzyonê

8'ê Adarê saet 18'an panela bi jinên Yewnan

8'ê Adarê saet 16'an meşa ji kampa Lavrîoyê heta navenda bajêr

8'ê Adarê saet 19'an li kampa Lavrîoyê bernameya pîrozbahiyê