1'emîn rûniştina rêveberên KESK'ê û rêveberên şaxan yên girêdayî KESK’ê yên jin ku 9 jê girtî 15 kes tên darizandin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê destpê kir. Beriya rûniştina dozê bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda hatin Enqereyê, herikîn ber Edliyeya Enqereyê. Bi hezaran kedkaran slganên “Ji girtiyên KESK’î re azadî" berz kirin.
Beriya rûniştina doza KESK'ê ya 9 jê girtî 15 rêveberên KESK'î yên jin tên darizandin destpê bike bi hezaran kes li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Yekemîn rûniştina dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê destpê kir. Beriya dozê bi hezaran endam û rêveberên KESK’î hatin Enqereyê û li ber Deriyê Edliyeyê çalakî pêk anîn.
Bi hezaran kedkaran slganên “Ji girtiyên KESK’î re azadî" berz kirin. Gelek saziyên biyanî jî li ber Edliyê kom bûn û tevlî çalakiyê bûn.
Yekîneyên polîsan di 13'yê sibatê de li dijî navenda KESK, SES û Tum Bel-Sen'ê operasyona bi navê "KCK'ê" yê pêk anîbû û di operasyonê de Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Sekretera Jinê ya KESK'ê ya berê Songul Morsumbul, Endama Şaxa 1'emîn ya Egîtîm Sen'ê ya Enqere Hatîce Beydîllî, Sekretera Jinê ya Şaxa SES'ê ya Enqere Nurşat Yeşîl, Rêvebera KESK'ê ya berê Belkis Yurtsever, Sekretera Jinê ya Tum Bel-Sen'ê Guler Elveren, Sekretera Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun, Ji Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'ê Evrîm Ograş, Rêvebera Şaxa SES'ê ya Enqere Hulya Mendîllîgîl, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqere Nezahat Aslan û Meral Hiz, Endama Egîtîm Sen'ê Şefîka şîmşek, Sekretera Şaxa 2'yemîn a Egtîmî Sen'ê ya Enqere Guldane Erdogan, Endama BES'ê Leman Kîraz hatibûn binçavkirin.
Sekretera Jinê ya KESK'ê ya berê Songul Morsumbul, Endama BES'ê Leman Kîraz, Endama Şaxa Egitim Senê Meral Hiz û Nezahat Aslan u Endama 2'emîn Şaxa SES'e Şefika Şimşek serbest hatibûn berdan û Rêveberên KESK'ê Canan Çalagan, Hatice Beydilli, Nurşat Yeşil, Belkis Yurtsever, Guler Elveren, Bedriye Yorgun, Evrîm Ograş,Hulya Mendilligil, Guldane Erdogan bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.