Bêrîtan li Êrîvanê hate bibîranîn

Bêrîtan li Êrîvanê hate bibîranîn

Fermandara pêşeng a PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li paytexta Ermenîstan Êrîvanê hate bibîranîn.

Ji herêmên Elegez, Oktonberyan û navenda Êrîvanê gelek kes tevlî civîna ji bo bîranîna Bêrîtnaê bûn. Di civînê de Endamê Komîteya Kurdistanê Dawûd Karasû weke şahidê bûyerê axivî û bal kişand ser girîngiya rojê.

Karasû bal kişand ser hewldan û êrîşên li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di wan salan de û diyar kir ku Bêrîtan li hemberî vê yekê çalakiyek girîng li dar xist. Karasû got; “Heger îro artêşa jinên Kurd bi awayeke bi heybet hate damezrandin, bi xêra berxwedana heval Bêrîtanê hate damezrandin.”

Karasû destnîşan kir ku li serê çiyayên Kurdistanê artêja jinan xwe bi rêxistin kiriye û got; “Jinên Kurd di serhildanan de li ser xeta Bêrîtînaê û Rêber Apo dimeşin. Serok Apo dibêje ku ez şervanê xeta Bêrîtanê me. Ji ber ku Bêrîtan gihiştiye xeta Serok.

Di civînê de qala bîranînên Bêrîtanê hate kirin û bîranên wê beşdarên civînê xemgîn kir.

Civîn bi dirûşima “Şehîd Namirin” bi dawî bûn.