Li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan ji bo azadiya Ocalan di 24’ê îlonê 10 girtiyên jin dest bi grevê kiribûn û ji 15 cotmehê vir de hejmar bû 12. Girtiyên di grevê de li dijî bêdengiyê wiha got: “Yên bê deng dimînin hevkariya êrîkaren dikin.”
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ku ji 12’ê îlonê ve li girtîgehan dest pêk kir di roja 49’emîn de berdewam dike û ketiye pêvajoyeke krîtîk û berxwedan her diçe berfirehtir dibe.
Li girtîgeha Bakirkoy a Jinan jî Belgîn Karaboga, Aysel Dîler, Hulya Yar, Pervîn Yerlîkaya Babîr, Şehnaz Akdogan, Meltem Yildirim, Nurcan Yoluvervan, Emel Çetîn, Yasemîn Aslan, Jiyan Polat û Ruşen Gultekîn jî di 15’ê cotmehê dest bi grevê kirin û 12 rojan li pişt xwe hiştin. Girtiyên jin yên di grevê de ne diyar kirin ‘Bê Birêz Ocalan qet nabe’.
Gundê hinekan şewitî, xizmên wan hatin qetilkirin. Zarokatiya hinekan di girtîgehan de derbas bû. Hinek ji aliyê dewletê ve hatine asîmîlekirin. Hinek ji ber asîmîlayonê zimanê xwe ji bîr kirin. Lê tu kurd li dijî vê zext û qedexeyê bê deng nema. Îro bi heman hestiyariyê bedena xwe dane ber mirinê.
Semra Karabaş ya ku di 1987’an de li gundê Tasuh a Xîzana Bedlîsê hatiye dinê di 7 saliya xwe de terora dewletê nas kiriye. Di sala 1994’an de rojekê di carekê de gundê wan rastî êrîşê leşker û tîmên taybet tê. Gundê wan hate şewitandin. Piştî vê wehşetê neçar man koçî Stenbolê bikin.
Vê carê jî hatin asîmîlekirin. Semra Karabaş ya ku li gund hevokek tirkî nizanibû, di encama pergala perwerdeya tirk de zimanê xwe kurdî ji bîr kir. Ligel ku navê wê rast Bêrîvane jî ji qedexeya dewletê neçar maye navê Semra bi kar bîne. Karabaş di 13’ê çileyê 2012’an de di çarçoveya operasyona KCK’ê de hate girtin. Karabaş wiha dibêje: “Bedena mirovekî nasnameya wî ye. Kes nikare vê înkar bike. Tune bike. Kes nikare zimanê me hînê me bike, nikare mudaxaleyê çanda me bike. Birêz Ocalanê di vê mijarê de ked û hewldana wî zêde ye. “
BÊ OCALAN ALIYEKÊ ME HER TIM GIRTÎ YE
Belgîn Karaboga jî hêj di 3 saliya xwe de zilma dewletê nas kir. Karaboga di 1989’an de li gundê Pînkos ya Tetwana Bedlîsê ji dayik bû. di 1991’ê de bavê wê ji malê tê girtin. Piştî bavê wê dikeve girtîgehê koçî gundê xwe yê Wanê dikin. Piştî çend salan malbat koçî Stenbolê dike. Karaboga di 30’ê îlona 2011’an de di operasyona li hemberî BDP’ê de hate girtin. Karaboga wiha dibêje: “Bedelên ku heta îro hatin dayîn qezencên mezin dan me. Li vir rola sereke Rêber Apo ye. Ew bû ronahiya çavê min. Azadiya wî azadiya min e.”
KÊMASIYA NEZANÎNA ZIMAN
Aysel Dîler jî ji Wanê ye û di sala 1988’an de li Tekîrdagê ji dayik bûye. Bavê wê 1994’an de tê girtin. Li zanîngeha Trakyayê xwendiye û her tim rastî êrîşên nîjadperest hatiye. Dîler di 19’ê hezîrana 2011’an de hate girtin. Dîler ku ji bo jiyaneke bi rumet bedena xwe daye ber birçîbûnê wiha dibjê: “Em ji bo nifşê pêşerojê azad bijî her tiştî dikin. Her ku dixwazin hawireke aştiyane pêk were yekane navnîşan Ocalan e.”
Nurcan Yolvercan jî di 1987’an de li navçeya Melezgîra Muşê ji dayik bû û dema li Stenbolê xwendekar bû ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê 9’ê çileya 2011’an hate girtin. Yolvercan da zanîn ku heta daxwazên wan neyên cih dê têbikoşin.
HÊJ KU DERENG NEMANE…
Hulya Yer jî di 1976’an de li Pertag a Dêrsîmê ji dayik bûye. Dema endama Meclîsa Partiyê ya BDP’ê bû di 4’ê cotmeha 2011’an de hat girtin. Yer wiha got: “Polîtîkayên AKP’ê civak parçe kiriye. Di esasa pirsgirêkên Tikriyeyê de neçareseriya pirsgirêka kurd heye. Ez dizanim çareserî di destê Birêz Ocalan de ye. Ev 14 sale tecrîd li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Ev tecrîd di esasa xwe de liser hemû kurdan tê meşandin. Ez bi biryar im ku dest ji vê berxwedana xwe bernadim. Divê hemû kes rabin ser piyan. Me bedena xwe ji ber jiyaneke bi rumet daye ber birçîbûnê. Li dijî vê bê deng nemînin. Ez gotin Hz. Alî ya ‘Yê bê deng dimînin hevkarê vî sûcî ne’ ji bo kesên bê deng dibêjim. Hêj ku dereng nemane yên ku tên kirin girîng û bi wate ne.”
Emel Çetîn jî navçeya Beşîrî ya Êlihê ye û di 1984’an de ji dayik bûye. Dema li zanîngeha Stenbolê dixwend di 12’ê gulana 2012’an de hate girtin. Çetîn da zanîn ku heta birêz Ocalan negihêje azadiya xwe dê çalakiya wan bidome.
Pervîn Yerlîkaya Babîr jî di 1982’an de li navçeya Erxeniya Amedê ji dayik bûye. Di 20 kanûna 2011’an de di operasyona li hemberî çapemeniya azad de hat girtin. Babîr got heta ku tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe bidomînin.
Meltem Yildirim jî di 1989’an de li Stenbolê ji dayik bûye û da zanîn ku heta azadiya rêber Apo neyê dayîn dê çalakiya wan bidome.
Şahnaz Akdogan a 27 salî jî di 4’ê cotmeha 2011’an de di encama operasyona li dijî BDP’ê de hate girtin.
BÊ ROJA ME JIYAN NABE
Jiyan Polant jî 21 salî ye û ev 2,5 di girtîgehê de ye. Polat wiha got: “Ez kurd im. Ji bo tecrîda Îmraliyê bê şkandin rola xwe dilîzim. Ez vê wekê deyn dibînin. Ez wekê navê xwe dixwazim bijîm. Bê roja me jiyan nabe. Heta Rêber Apo azad nebe jiyan nabe.”
Yasemîn Aslan jî ku ji sala 2008’an de girtiye û got ew dê hemû bi hevre bibin orkestraya azadiyê. Ruşan Gultekîn jî 16’ê nîsana 2012’an de hate girtin û got wan her tişt daye ber çavan û dest bi vê çalakiyê kirine.
Têbinî: Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray, di meha berfanbara 2011 de tevî bi dehan rojnamevanên Kurd di encama operasyonên di bin navê ‘KCK’ê de hate giritn û heta niha di Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ya Stenbolê de tê ragirtin.