Başaran: Jin wê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran êrişên li ser destketiyên jinan nirxand û got, "Li dijî her tiştên ku weke kevneşopiyeke nayê guhertin li nava civakê tê dîtin, jin têdikoşin. Veguherînek pêk hatiye."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, êrişên li ser destketiyên jinan û operasyonên li dijî saziyên jinan ên partiya xwe ji ANF'ê re nirxand.

'DESTHILATDARÎ ÊRIŞÊ DIBE SER DEVERÊN KU KURD LÊ LI HEV KOM DIBIN'

Başaran anî ziman ku tundiya li dijî jinê demeke dirêj e bi rêk û pêk tê kirin û got, "Serdestiya mêr ku li nava civakê hatiye mezinkirin, êdî gihîştiye wê pêvajoyê ku mirov dikare weke qirkirina zayendî pênase bikin. Tevî serweriya mêr a li nava civakê her wiha êrişên bi rêk û pêk ên AKP-MHP'ê jî hene. Êrişeke ku rojane tê kirin. Ev yek bi taybetî bi şêweyê nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd xwe nîşan dide. Li dijî hemû rêxistinbûnên xweser ên li Tirkiyeyê êriş tên kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yek ji van e. Li dijî deverên ku Kurd lê li hev kom dibin êrişeke mezin û hewldanên krîmînalîzekirinê hene. Lê belê KCD li gel hemû hewldanên krîmînalîzekirinê jî saziyeke rewa ye."

'TÊKOŞÎNEKE JINÊ HEYE KU BÛYE SEMBOL'

Başaran anî ziman ku êrişên li ser KCD'ê ji operasyonên qirkirina siyasî yên sala 2009'an ne cuda ne û got, "Ji ber ku li dijî Kurdan, li dijî siyaeta demokratîk û mûxalefetê, di her pêvajoyê de êriş tên kirin. Ev sîstem hewl dide her tiştên ku li hemberî xwe weke bendekê dibîne ji holê rake. Yek ji deverên ku dibin hedef jî qada jinê ye ku bûye sembolek."

Başaran diyar kir ku êrişên li dijî têkoşîna wan wê bi ser nekevin û bi bîr xist ku têkoşîna jinê êdî li dinyayê bûye sembolek.

Başaran got, "Dansa jinê ya li Şîlî, Şoreşa Jinê ya li Rojava yan jî li Latîn Amerîkayê daketina qadan a jinan, hemû sembol in" û wiha dewam kir: "Desthilatdarî bi gavên şoreşa jinê yên sedsala 21'ê dihese, lewma êrişên psîkolojîk dike. Jinên ku li dijî vê zîhniyetê bi hevkarî têdikoşin û mûxalefetê dikin, ne tenê dadikevin kolanan, her wiha têkoşîneke îdeolojîk jî dimeşînin.

Li dijî her tiştên ku li nava civakê weke kevneşopiyeke nayê guhertin tê dîtin, jin têdikoşin. Veguherînek pêk hatiye; li qada civakî, li qada siyasî jinan hebûna xwe nîşan dane, îradeya xwe nîşan dane. Ji ber vê yekê li dijî hevala me Rojbîn Çetîn êşkence hate kirin ku ev yek êrişa li dijî tevahiya têkoşînê ye."

Başaran bi bîr xist ku jin bi sedan sal in têdikoşin, ne cara yekê ye ku êriş li wan tê kirin û got, "Têkoşîn ji bo jinan jiyan bi xwe ye. Ji ber vê yekê nepêkane ku têkoşîna jinan ji holê bê rakirin. Jinên ku Şoreşa Rojava afirandin, jinên ku li çar aliyên dinyayê matematîk û pergala dinyayê guheritn wê dest ji vê têkoşînê bernedin."