Başaran: Ev şewb herî zêde bandorê li jinan dike

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku desthilatdarî ser bêkariya jinan digire û got: “Di vê serdemê de herî zêde jin ji kar hatin derxistin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser hesabê medyaya dîjîtal a partiya xwe derbarê rojeva jinan daxuyanî da.

Başaran got ku; “Desthilatdarî di vê şewbê de dibêje li malê bimîne lê şertên mayina li malê ava nake. Ji jinan re dibêje ‘çavê xwe ji êrîşa li malê bigire, li malê tu û tundî bi hev re bin’. Tifaqa AKP û MHP’ê her dem dijminatiya Kurdan û jinan dike. Di heman demê de li ser rêzdar Ocalan jî 21 sal in tecrîd didome. Gelek caran hate diyarkirin ku di vê şewbê de rêzdar Ocalan di serî de li girtîgehan li ser girtiyan gefên mezin ê tendirustiyê hene. Divê tecrîd were rakirin û derbarê tendirustiya Ocalan daxuyaniyên girîng werin dayin. Li girtîgehan bi hezaran girtî terkî mirinê hatine kirin. Heta ku hemû girtî werin berdan, wê têkoşîna me bidome.”

1’Ê GULANÊ

Başaran bi wesîleya 1’ê Gulanê bal kişand ser bêkariya jinan û got:“Ji 10 jinan bi tenê 2 jin dikarin bixebitin û kar peyda bikin. Lê li ser jinan jî karên erzan û bêyî sîgorte tê ferzkirin.Di vê şewbê de herî zêde jin ji ber xwe derxistine. Di heman demê de ji ber koronavîrusê kafe, kûafor û cihên wisa hatine girtin. Herî zêde jin li van deran dixebitîn. Bi girtina van deran re jin bêkar man.”