Başaran: Desthilatdarî ji bo ser têkçûna Garê bigire jinan dike hedef

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku desthilatdarî ji ser operasyona Garê jinan dike hedef û got “Divê li hemberî vî tiştî em helwesteke xurt nîşan bidin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê rojeva jinan û êrîşên li ser jinên endamên HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê hate lidarxistin û parlementerên jin jî tevlî civînê bûn.

Başaran bal kişand ser êrîşên li ser HDP’ê û mirinên di operasyona Garê de û got, “Pirsên çima operasyoneke bûye sedema kuştinan hê jî bêbersiv e. Bersiv nehatiye dayîn. Kesên divê hesap bidin hatin meclîsê. Ji bo ku ser şaşî, qelsî û têkçûnên xwe bigirin êrîşî mûxalefet, partiya me û jinan kirin. Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû bersiv neda pirsan.”

JIN TÊN LÎNÇKIRIN

Başaran nerazîbûn nîşanî Soylû da ku wî di daxuyaniyên xwe de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Parlementera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr kiribû hedef. Başaran got ku “Soylû derewek kir û got parlementerek çûye Garê. Di dema pêvajoya çareseriyê de wêneyên hevseroka me ya li Qendîlê wekî ku nû ye, belav kir.Derbarê hevseroka me û parlementera me lînc da destpêkirin û ev êrîş domiya. Li Garê çi pêk hat, hê jî bersiv nehatiye dayîn. Soylû 4 rojan li bendê ma.”

‘HEDEFA PÊŞÎN A DESTHILATDARIYÊ BÛ JIN’

Başaran diyar kir ku desthilatdarî ji ser operasyona Garê jinan dike hedef û got, “Wekî her carê bi êrîşên li ser partiya me, ser kirinên xwe girtin. Desthilatdarî ji dema ku siyaseta şer daye destpêkirin, heta îro her dem êrîşî jinan kiriye. Îro ev hevalên me yên ku êrîşî wan hatiye kirin, ji wan zêdetir, têkoşîna me ya jinan hedef e. Hemû jinên azadîxwaz bûne hedef. Desthilatdarî dibêje ‘Tênekoşin, stûyê xwe xwar bikin’ Lê wê jin dev ji têkoşînê bernedin. Em lînca li hemberî hevseroka me û hevala me ya parlementer li ser xwe qebûl dikin.Ne bi tenê jinên endamên HDP’e divê hemû jinên azadîxwaz ên li Tirkiyeyê li hemberî vê pergala mîlîtarîst dengê xwe bilind bikin.”

Başaran derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî axivî û got ku “8’ê Adarê nêz dibe, em ji aliyekî ve kampanyaya ‘Ji bo jinan edalet’ê didomînin û li hemberî lêgerîna tazî jî li qadan in. Desthilatdarî nikare têkoşîna jinan bidarizîne. Bi şîara ‘Bi berxwedaniyê jin dimeşin azadiyê’ li hemberî polîtîkayên êrîşkar em ê li her derê bi tevgerên jinan re bin. Em edaletê ji mêran naxwazin û em jin em ê edaleta rastîn bi têkoşîna xwe geş bikin. Wê ev êrîş nikaribe jinan têk bibe. Em bang li serokê mêrbûn û şer, Wezîrê Karê Navxweyî dikin, me gelekên wekî te dît, ew jî bi ser neketin û tu yê jî bi ser nekevî.”