Ayna: Şopa şer ya li ser jinê gelek cûda ye

Ayna: Şopa şer ya li ser jinê gelek cûda ye

Endama Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna di komxebata "Jin û Tenduristî" ya ji aliyê Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ve hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku, li herêmê şerê didome û ji ber vê yekê jiyanekî nebaş tê jiyîn û wiha got: "Şopa şer ya li ser jinê gelek cûda ye. Ji ber vê yekê heke li vir komxebatek tê kirin wê demê divê tiştên di şer de hatin pêkanîn bên nîşandan."

Komxebata bi navê "Jin û Tenduristî" ya ji aliyê Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ve li Odeya Dermanfiroşan ya Amedê destpê kir. Endama Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, Kooperastîfa Jinê ya Rezan, Zanîngeha Kocaeliyê, hîndekarên jin ên zanîngehên Ege û Samsunê, Komeleya Ekîn Ceren, şaxên Wan, Riha, Êlih, Mêrdîn û Stenbolê yên SES'ê, Hebun LGBT, KAOS GL, Kolektîfa Femînîst ya Sosyalîst û xebatkarên SELÎS'ê tevlî komxebatê bûn.

Endama Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna axaftina vekirina komxebatê kir û bal kişand ser pirsgirêkên ji ber nasnameya biyolojîk dikêşin. Ayna diyar kir ku, ji bo pirsgirêkên jin û tenduristiyê ji holê bê rakirin divê lêkolînekî cidî bê kirin û hewcehî bi vê yekê heye. Ayna anî ziman ku, heta newekheviya zayendî ya di civakê de ji holê neyê rakirin pirsgirêkên din bi awayekî rast nayên çareserkirin.

'LI DYA'YÊ DI DEQÎQEYEKÊ DE 90 JIN RASTÎ TECAWIZÊ TÊN'

Ayna da zanîn ku, wê di demek nêz de lêkolînek kir û di encam lêkolînê de hînbûn ku, hemû jinên li kerxaneyan rastî tecawizê hatine û an ji aliyê dezgirtî an jî ji aliyê malbatê ve firotine kerxaneyan û wiha got: "Gelo çima ev vê yekê dibêjim? Têkildarî vê yekê de tu nerehetiyan jiyan nakin. Êdî li hemberî tecawiza zarokê 3 salî tu nerehetî pêk nayên." Ayna lêkolînekî li DYA'yê hat kirin jî bibîrxist û anî ziman ku, li DYA'yê di deqîqeyê de 90 jin rastî tecawizê tên.

'ŞOPA ŞER YA LI SER JINÊ GELEK CÛDA YE'

Ayna da zanîn ku, li herêmê şer didome û ji ber şer jiyanekî bêyî tenduristî derketiye holê û hemû kes şahidê vê yekê û wiha pê de çû: "Ji bilî vê yekê şopa şer a li ser jinê gelek cuda ye. Ji ber vê yekê heke li vir komxebate tê lidarxistin divê tiştên têkildarî şer de hatin jiyîn bên dayîn."

Piştî vekirina axaftinê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.