Ayla Akat Ata: Şîdeta li dijî jinê polîtîk e

Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata li ber girtina endamên komeleyê rabû û got, ji ber ku ew mafê xwe yê rêxistinî bi kar tînin tên darizandin.

Di 3 mehên dawî de 70 jin hatin kuştin, kiryarên wan hatin berdan û rêxistinên jinan û destkeftiyên wan bûn hedef. Endama Avakar a Komeleya Jinan a Rosa û Parlamentera HDP’ê ya berê ya Êlihê Ayla Akat Ata, tundî û êrîşên li dijî jinê ji ANF’ê re nirxand.

'DESTHILATDARÎ ÇAVÊN XWE LI KUŞTINA JINAN DIGIRE'

Ata anî ziman ku şîdeta li jinê ji bo wan polîtîk e û wiha axivî: "Li her cihê em çûnê me diyar kir ku polîtîk e. Ji ber dema îro em li gor îstatîstîkan dinirxînin, bûyerên mirinê, birîndarkirinan bi awayekî pir eşkere nîşan dide ku çi di astengkirina cinayetan de, çi aliyê birîndarkirinan, çi jî ji aliyê her cure şîdeta civakî, aborî û hwd. kesên bi rê ve dibin (desthilatdar), wezîfeya dikeve ser milên wan pêk nayînin. Bi esasî hem çavên xwe li cinayetên rû didin digirin hem jî ji komkujiyên rû didin re çavên xwe digirin. Têkildarî şîdeta aborî ya li ser jinê jî, der barê daxwaza wê ya maf û azadiyan de ku di bin çavan de û kolanan de jî rastî şîdetê tê, kesên bi rê ve dibin rewşan ji nedîtî ve tên. Jixwe ev jî sedem e ku ev şîdet polîtîk e. Bi salan e em vê îfade dikin.” 

'HEVSEROKATÎ XETA ME YA XEMRÎ YE'

Ata da zanîn ku di serdema heyî de ji bilî Tirkiye û Kurdistanê di asta global de jî Tevgera Jinan a Cîhanê vê rewşê dinirxîne û nîqaş dike. Ata destnîşan kir ku Tevgera Jinan a Tirkiyeyê û Tevgera Jinan a Kurdistanê jî bi salan e bûne hêza herî dînamîk û aktîf a vê pêvajoyê û wiha pê de çû: "Em dikarin bêjin ku di van 20 salên dawî de li ser vê erdnîgariyê yek ji têkoşîna hat meşandin jî têkoşîna azadiyê jinê ye û destketiyên wê yên mezin jî hene. Li ser esasê van destketiyan, li Amedê jin derketin holê û dibêjin, 'Hevserokatî xeta me ya xemrî ye'. 

Ji bo jin destketiyeke din bi dest nexin, gaveke din neavêjin, polîtîkayeke şîdetê û zexteke cidî heye. Di serdema heyî de pêvajoya têkoşîneke 20 salan a ji têkoşîna 300 salên borî xwe xwedî dike heye. Em weke Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinan a Cîhanê weke mîrasekê qebûl dikin û em di roja me de li vê erdnîgariyê vê mîrasê mezin dikin. Em vê hem jî li erdnîgariya Mezopotamyayê ya jin herî zêde lê hatiye pelçiqandin, tine hatiye hesibandin, li cihê weke çîna yekem hatiye pelçiqandin em rêxistina pêşî û destketiyên pêşî yên jinan derdixin holê. Ev jî hevserokatî ye û weke sedema hatina me ya cem hevdu ye. Li hember vê bêtehemûliyek heye."

'TÊKOŞÎNA JINÊ'

Ata anî ziman ku têkildarî şîdetê paşçavkirinek û tinehesibandin heye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev bi awayê binçavkirinan, girtinan, bi rêya qanûnan xespkirina destketiyên me bandor li me dike. Her wiha bi awayekî rêxistinkirina beşeke ku weke li dijî Peymana Stenbolê ne, derdixin pêşberî me. Weke Tevgera Jinan a Tirkiyeyê û Tevgera Jinan a Kurd em li hember van li ber xwe didin. Em ji bo parastin û zêdetirkirina destketiyên xwe têdikoşin. Me got, bi binçavkirin û girtinan hewl didin me asteng bikin, lê li pişt van jî polîtîkayên stratejîk hene. Mînak em pirs dikin û dibêjin,  ev 170 roj e Gulistan Doku li ku derê ye? Em li dijî fihûşê xwedî xetek e zelal in û em dibêjin, divê fihûş were astengkirin. Em dibêjin, divê mafên jinan bi qanûnan werin misogerkirin. Em diyar dikin ku divê Peymana Stenbolê û astengkirina şîdeta li dijî jinan bêkêmasî werin bicihanîn. Em destnîşan dikin divê makanîzmayên ku jinên dibin mexdûr karibin we bigihînin wan werin xebitandin. Lê dema jin van mekanîzmayan bi kar tîne jî careke din wê dişînin malê. Van zext, şîdet û mexdûriyetan em tenê dikarin bi xebatên rêxistinkirî asteng bikin."

'ROSA NAVENDEKE KU JIN DIKARIN XWE BIGIHÊJINÊ'

Ata nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Komeleya Jinan a Rosa jî da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Komeleya Jinan a Rosa ji roja ku ava bûye, weke di rêziknameya wê de jî diyar e li hemberî her cure şîdeta li dijî jinan têdikoşe. Ev komele navendeke ku jin dikarin bigihêjinê. Komeleya Rosa her wiha ji bo ev şîdetên li hember jinan çi fizîkî, aborî,  psîkolojîk û hwd. di nav civakê de rû nedin têdikoşe. Armanca me perwerde û civakeke ku ev şîdet têde rû nedin."