Aslan: Yên ku tundiyê dikin, li gel wan aqilê dewletê heye

Endama DAKAP'ê Ceylan Aslan got tundiya dewletê û takekesî ji hev ne cuda ne û diyar kir, ji bo ku ew ji tundiyê re bibêjin na 25'ê Mijdarê wê li qadan bin.

Ji 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê hindik ma, bi vê re ji bo ku tundiya li ser jinê ya li tevahiya cîhanê were destnîşankirin çalakî û bername berdewam dikin. Li Kurdistanê jî 25'ê Mijdarê jin wê li qadan bin. Platforma Jinan a Amedê ya Dîcleyê (DAKAP) bi çarçoeya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê di navbeyna 18-25'ê Mijdarê de li Amedê wê çalakiyan bike.

DAKAP'ê bang li hemû jinan kir ku 25'ê Mijdarê li qadan bin, bi xebatên ku dike têkilî girîngî û wateya rojê agahiyan dide. Endama DAKAP'ê Ceylan Aslan têkilîçalakî û tundiya li sre jinê ji ANF'ê re axivî.

'ŞEV JÎ YÊN ME NE, KUÇE JÎ'

Aslan diyar kir DAKAP'ê di navbeyna 18-25'ê Mehê de bernameyek amade kirin û got, ''Bernameya me ya heftiyekê, bi nîşandan fîlm û şanoyê, pêşangeha wêneyan, tûra biskilêtan a li dijî tundiyê  û şandina kartan a ji bo hevalên me yên tundî li wan bûye, hevalên me yên girtî ku tecrîd li ser wan heye berdewam dike.

Ji bo fînalê me plansaziyeke meşeke geş a bi şev kiriye. Sedema ku em ê meşê bi şev bikin ew e ku bi dirûşma ''şev jî yên me ne, kuçe jî'' helwestek li dijî wê hişmendiyê bikin ku tundiyê li jinê dikin. Bi vê çarçoweyê 25'ê Mijdarê saet 18.00'an bi kincên xwe yên gelêrî û erbaneyan em ê meşekê bikin.''

'DIXWAZIN KU ME LI QADÊN GIRTÎ ASÊ BIKIN'

Aslan diyar kir ji bo bernameyê serî li walîtiyê û emniyetê dane, wan jî ji wan re gotine ku ew tenê li deverên girtî dikarin bernmeyên xwe çêbikin û got, ''Dixwazin me di qadên girtî de bihêlin, hewl didn ku nehêlin tundiya were bihîstin.

Gotin ew ê mudaheleyê li bernameyên wan ên li derve bikin. Ev jî nîşan dide yên ku tundiyê li me dikin, aqilê dewletê li gel wan e. Biya me tundiya dewletê û takekesî ji hev ne cuda ye. Çi jî bikin, em ê hewl bidin ku li derve dengê xwe bidin bihîstin. Çi jî bkin em ê li qadan bin''

'EM Ê HÎSA HEVGIRTINÊ GEŞ BIKIN'
Aslan her wiha got ji bo ku li dijî polîtîkayên ekstra yên li Kurdistanê têne kirin jî jin ji bo ku bibêjin, ''Êdî bes e'' hevgirtina jinan rêxistinî dikin, diyar kir ku divê 25'ê Mehê hemû jin li qadan bin û got, ''Werin em bi hev re bibînin, zanibin, li ber xwe bidin, bîrewer bibin û têbikoşin. Ji bo vê jî, şeva 25'ê Mijdarê ji bo ku wê hîsa hevgirtinê geş bikin wê werin.''

Aslan her wiha got ji bo ku li dijî tundiya ku aqilê dewletê rawestin ew ê li qadan bin.

'SLAV LI LEYLA GUVEN'

Aslan herî dawî got, ''Em bang li hemû jinan dikin ku ji wan jinan re ku hatine kuştin, destdirêjî li wan bûye, tundî li ser wan hatiye kirin, bidin deng. Her wiha di konsepta tundiyê de ya li ser jinê, tecrîdeke giran heye.

Em berxwedana hevrêya xwe Leyla Guven slav dikin. Tecrîda li ser û tundiya li ser em ji Zindana Amedê ya bi Nimroya 5'an zanin. Ji bo ku li dijî tundiya li hundir û derve ya li ser jinan em bibêjin 'NA' û ji bo ku em ji hemû jinan re bibin deng, em li bendê ne ku hemû jin 25'ê Mijdarê tevlî meşa me ya bi şev bibin''.