Aktîvîstên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî
Zêdetirî 120 çalakvanên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku 18 roj in li girtîgeha Evîn a Tehranê di greva birçîbûnê de ye.
Zêdetirî 120 çalakvanên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku 18 roj in li girtîgeha Evîn a Tehranê di greva birçîbûnê de ye.
Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê bi awayekî kêfî tê ragirtiye, 18 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem de ye.
Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê di 25’ê mehê de daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de KJAR’ê ji bo greva giştî bangewazî kir û daxwaz ji girtiya siyasî Werîşe Mûradî kir ku ji ber xerabbûna rewşa xwe ya tenduristiyê çalakiya xwe rawestîne.
Di heman çarçoveyê de, zêdetirî 120 çalakvanên civaka sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek dan.
Çalakvanan di daxuyaniya xwe de gotin; “Em wek çalakvanên civaka sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ku piraniya wan jin in, tevî daxwaza ji bo dawî anîna greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî, dibêjîn, em jî ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana Werîşe Mûradî, dest bi greva birçîbûnê dikîn. Cezayê darvekirinê yê nemirovane, tenê bi rêya berxwedanek giştî ya civakê dikare were rawestandin.
Baweriya me bi dadperwerî, azadî û mafê mirovan heye, em piştevanê Werîşe Mûradîne. Em pêngava Werîşe Mûradî yek ji pêngavên rêbaza berxwedana sivîlî dibînin.”