Şoreşa Rojava bû hêviya hemû jinan

Endama Kongreya Star Hîva Erebo diyar kir, di dema rejîma Baasê de jin dibûn hedefa tundiya mêr û dewletê û got, Şoreşa Rojava bû hêviya hemû jinan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hîva Erebo bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bersiv da pirsên me.

Erebo di şexsê Xwişkên Mîrabel de hemû şehîdên têkoşîna jinê bi bîr anî û diyar kir ku wê têkoşîna ji bo azadiya jinê bilind bikin.

Di destpêka axaftina xwe de Erebo bal kişand ser rewşa jinan a beriya sala 2011'an li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û got, "Mîna li gelemperiya cîhanê, li Rojava û Sûriyeyê jî tundiya li jinê bi sîstema serweriya mêr dewam dikir. Bi rêya qanûnan piştgirî ji vê tundiyê re dihate dayin. Mesela; ji qanûna mîrateyê heta kuştina jinê ya bi navê 'ji bo şeref û namûsê' tundî li jinê dihate kirin. Mêrekî ku hevsera xwe bikuşta, dema bigota 'min namûs û şerefa xwe paqij kir' cezayê wî dihate kêmkirin.

Ji bo mêran serbest bû ku bi gelek jinan re bizewice. Qanûnên bi vî rengî pêşî li tundiya li jinê vedikirin. Yanî di dema serweriya rejîma Baasê de, tundiya mêr û dewletê ya li jinê dihate kirin ne hindik bû. Li nava siyaset û civakê, zemînek tinebû ku jin karibe mafên xwe biparêze. Gelek jinên siyasetmedar ji ber daxwaza mafên xwe kirin, hatin girtin û êşkence li wan hate kirin. Weke hincet jî digotin, 'jin dixwazin dewletê parçe bike'.

Di dema desthilatdariya Baasê de gelek jinên Kurd, Ereb, Suryanî hatin girtin. Aqûbeta hinek jinên Kurd ên hatin girtin hîn ne diyar e. Ya ku ev dikir, rejîma Baasê bû. Ji aliyê çandî ve jî zext dihate kirin û dest li şêweyê lixwekirinê yê jinan dihate werdan. Jinên ku kincên xwe yên gelêrî li xwe dikirin, biçûk dihatin xistin. Bi vê yekê re jin neçar dihate hiştin ku taybetmendiyên çandên cuda qebûl bike û serî bitewîne. Rejîma Baas jî mîna gelek dewletên din dixwest her tiştên ji bo azadiya jinê tine bike."

'HEBÛNA RÊBER APO LI XAKA SÛRIYEYÊ NÎŞANEYA JIYAN Û GAVEKE NÛ BÛ'

Erebo diyar kir, hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xaka Sûriyeyê nîşaneya jiyan û gaveke nû bû û wiha dewam kir: "Bi sedan, bi hezaran jin çûn qada wî û Ew dîtin. Bandora fikir û bîrdoziya wî li jinan, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê deng veda. Jinên Kurd hewl dan bi vî rengî xwe bi rêxistin bikin. Û bi hezaran jinan berê xwe dan çiyayên azad. Biratiya gelan, azadiya gelan û jinan armanca wan a esasî bû. Dibe ku azadiya neteweyê hinekî li pêş bû, lê belê li rastiya xwe, li rastiya dîroka xwe digeriyan.

Jinan xwe bi rêxistin dikirin, li nava malan digeriyan û hewl didan xwe nas bikin. Ji ber qedexe û zexta dewletê, perwerde bi dizî li malan dihate kirin. Jinan xwe bi pêş dixistin, lê hîn rewşeke rêxistinbûyî tinebû. Piştî salên 2000'î ev karê rêxistinbûnê hîn bi vekirî hate kirin. Sala 2005'an jî Yekîtiya Star bi awayekî fermî ava bû. Ji sala 2005'an heta 2016'an jinên li Rojava xwe bi navê Yekîtiya Star bi rêxistin kirin. Jinan ji aliyê civakî, hiqûqî û herî dawî jî ji aliyê aborî ve xwe bi rêxistin kirin.

Sala 2016'an jî bi kongreyê rêxistinbûna xwe berfireh kirin û bi Kongreya Star têkoşîna xwe dewam kirin. Ji aliyê leşkerî ve jî YPJ ava bû. Kongreya Star YPJ weke hêza parastina rewa ya jinên Rojava nas kir, qebûl kir. YPJ bû hêzeke leşkerî ku li tevahiya cîhanê deng veda û hate naskirin. Li ser vê bingehê Kongreya Star ji siyasetê heta dîplomasî, çand, perwerde û malên jinê xwe bi rêxistin kir."

ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Hîva Erebo anî ziman, li Rojava bi pêşengiya jinên Kurd karekî dest pê kir û got, "Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê ku di nava şoreşê de şoreş pêk hat. Piştî wextekê êdî ne tenê jinên Kurd, her wiha jinên Suryanî û Ereb jî xwe bi rêxistin kirin û cihê xwe di nava şoreşê de girtin."

Erebo ragihand, jinên Ereb hêz ji şoreşa jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd wergirt û wiha dewam kir: "Ji tecrûbeyên şoreşa me sûd wergirtin û li herêmên xwe li gorî xweseriyên xwe sazî ava kirin. Bi dîtina min, yek ji serketinên bingehîn ên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ev e. Kevneşpiyên di nava çanda Ereb de tê ferzkirin, li gorî ya Kurdan hîn kevn e. Zîhniyeta serweriya mêr hîn kûr e. Ji ber vê yekê gavên ku jinên Ereb ji bo nasname û azadiya xwe avêtin, gelekî girîng in."

Erebo got, "Jinên Ereb di her firsendê de dibêjin ku şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kiriye bûye hêvî, moral û ruh ji bo wan. Dibêjin ku di şoreşê de ispat bûye ku jin dikarin bi ser bikevin û bi sûdwergirtina ji vê tecrûbeyê re rêxistinbûn û saziyên xwe ava dikin."

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ ROJEVA ME YA SEREKE YE'

Di dewama axaftina xwe de Erebo bal kişand ser karên xwe yên ji niha û pê ve û got, "Têkoşîna li dijî dagirkirina Efrînê rojeva me ya bingehîn e. YPG û YPJ ji xwe li nava Efrînê têdikoşin. Li Şehbayê jî têkoşîn dewam dike. Hebûna li Şehbayê tevî hemû zext, gef û şerê psîkolojîk, şêweyekî berxwedanê ye. Jinên Efrînî sîstem û rêxistinbûna xwe li Şehbayê didomînin.

Bi navê Kongreya Star me gelek kampanya organîze kir ji bo dagirkeriya li Efrînê bixin rojeva jinên li cîhanê û platforma hevpar a têkoşînê ava bikin. Ji gelek deverên cîhanê heyetên jinan hatin û rewşa jinên Efrînî ji nêz ve şopandin. Di heman demê de bandora Şoreşa Rojava û ya jinan dîtn. Kongreya Star niha jî hem ji bo rizgarkirina Efrînê, hem jî ji bo parastina herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê ji êrîşan, karê dîplomatîk, siyasî û leşkerî dike. Bi hêza ku em ji berxwedana jinên Efrînî digirin, em ê vê têkoşîna xwe mezintir bikin."

'ÇALAKIYA LEYLA GUVEN SILAV DIKIM'

Erebo bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê têkoşîna jinan a li gelemperiya cîhanê û çar aliyên Kurdistanê silav kir û diyar kir ku ew ji vê têkoşînê hêzê digirin.

Erebo işaret bi greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê.

Erebo berxwedana Guven silav kir û got, "Em minetdarê fikir û projeyên Rêber Apo ne ku ji bo azadiya me afirandiye. Rêber Apo ew mirov e ku ji bo azadiya jinê herî zêde ked daye. Bang li hemû jinan dikim ku ji bo azadiya xwe, tevlî têkoşîna li dijî tecrîdê bibin."