Şêwira jinên Kurd bi dawî bû
Şêwira jinên Kurd a ‘Qirkirina li ser jinan dawî bikin’ bi encamnameyekê dawî bû.
Şêwira jinên Kurd a ‘Qirkirina li ser jinan dawî bikin’ bi encamnameyekê dawî bû.
Şêwira jinên Kurd a ji aliyê Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê li Silêmanî bi dirûşma ‘Qirkirina li ser jinan dawî bikin’ hatibû lidarxistin bi encamnameyê dawî bû.
Xalên li girîng ên encamnameyê wiha ye:
“Pêwîst e jinên Kurd û Kurdistan bi yekîtî û hevrebûna xwe sînorên ku dibin asteng derbas bikin.
Pêwîst e jinên Başûr û Rojava Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li ber hev berpirsyar bibînîn bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.
Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundî û şidetê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaq û wijdanî ye. Pêwîst e helwestek hevpar hebe.
Divê jin deng û helwestên xwe li hember partî û aliyên siyasî bilind bike ku îradeya serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.
Parastina jinên Êzidî li Şengal erkê serekî yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên Êzidî dawî nebûye.
Şêwira jinan bang li hemû aliyên Kurd û Kurdistanî dike weke erkeke netewî kar ji bo azadiya jinên Êzîdî bike, ku heta niha winda ne.
Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengî heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.
Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên Kurd.
Em bang li hemû jinên çar parçeyên azadiya Kurdistanê dikin ku ji bo çareseriya mekanîzmeyeke hevpar kar bikin.
Erkê jinan e ku Konferansa Netewî ya Jinên Kurdistanê pêk bîne.
Divê jin li ber medyaya herêmî û dijminên Kurdan ên neşîrînkirina çanda Kurd xwedî helwest bin.”