BI DÎMEN

Şêniyên Qamişloyê li dijî sûcên dewleta Tirk a li hemberî jinan meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî sûcên dewleta Tirk a li hemberî jinan daketin qadan.

Di destpêka şerê Efrînê ya di sala 2018’an de 9 jinên kurd yê Efrînê (Kewser Hemade, Şemsa, Leyla yûsif, Emîna Sltan, Nûra Seydo, Fatima Osman, Îman Xalid û Mîra Seydo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin û di 9’ Çileya 2024’an de hikum li ser wan hat kirin.

Îro Kongra Star meşek li bajarê Qamişlo lidar xist. Bi sedan  şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û bi dirûşma "Na jı tundiyê re” meşiyan.

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Ciwan û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevlî meşê bûn.

Di meşê de  dirûşmayên ”Na Ji Dagirkeriyê” û “Na Ji Îxanetê Re“ û “Jin Jiyan Azdî ” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, darên zeytûnan û alên Kongra Star hatibûn hildan.

Meş ji dermanxaneya Deham a taxa kornîş ya bajarê Qamişlo destpê kir, heya navenda Netewên Yekbûyî dewam kir. Meş li vir veguherî mitîngê. Ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û wiha pêde çû: “Em berxwedana hemû gelê Kurd û bi taybetî jî berxwedana xelkê Efrînê silav dikin. Ev bû 5 sal dewleta Tirk a dagirker 9 jinên Kurd ên Efrînê revandibûn. Di 9’ê Çileya 2024’an de hikum li ser wan hat kirin. Dixwazin ku îradeya jinan têk bibin, lê ti carî îradeya me têk naçe. Em ê her tim piştgiriya gel û gerîlayên xwe bikin heya ku em xwe bigihînin serkeftinê.”

Meş bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.