Şehîdên Parîsê li Moskowayê hatin bîranîn

Kurdistaniyên li Moskowayê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li paytexta Rûsya Moskowayê hatin bîranîn. Civîna bîranînê li avahiya Navenda Çanda Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser jiyan û têkoşîna her sê şoreşgeran sînevîzyon hate nîşandan.

Endama rêveberiya rêxistina jinên Kurd li Rûsyayê Medya Cûdî dûre axivî û got, "Têkoşîna jinên Kurd her tim ji bo neyarên gelê Kurd bûye hedef. Pergala baviksalarî naxwaze jin bi îrade bibe. Îro tekoşîna ku jin pêşengiya wê dikin li Rojhilata Navîn hêza jinan derxistiye holê. Lewma jinên têkoşer û azadîxwaz bûne hedefa hêzên dijber."

Cûdî bal kişand grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Leyla Guven a 68 roj in di greva birçîbûnê de ye rewşa wê ya tenduristiyê di asta krîtîk de ye. Ev greva ku jin pêşengiya wê dikin wê tecrîdê bişkîne. Têkoşîna berxwedêrên li zindanan û derveyî welat asta tecrîda li Serokê tê ferzkirin, derdixîne holê. Pêwîste hêzên navneteweyî vê tecrîda li derveyî hiqûqê bibîne û ji bo dawî lê bê têkevin dewrê."