Şehîdên Parîsê li Goteborgê hatin bibîranîn

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di encama komployekê de 9’ê Çileya 2011’an li Parîsê hatibû qetilkirin li Goteborgê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Sê jinên şorşger ên Kurd yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di encama komployekê de 9’ê Çileya 2011’an li paytexta Fransa Parîsê hatibû qetilkirin bi merasîmekê li bajarê Goteborg ê Sêwdê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de sînevîzyoneke li ser têkoşîna sê jinên şoreşger hatibû amadekirin hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ bi dawî bû.