Şansê jinan ên ji bo wergirtina pileya doktorayê kêmtir e

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Zanîngeha Amsterdamê ve hatiye weşandin, şansê jinan ên wergirtina pileya doktorayê li gorî mêran kêmtir e.

Di lêkolînê de 5 hezar û 239 xwendekarên ku ji sala 2011’ê heta 2021’ê li Hollandayê bi serketî mezûn bûne, hatine analîz kirin.

Li gorî encamên lêkolînan, ji sedî 6, 6 hemû namzetên mêr bi serkeftî mezûn bûne. Nêzî ji sedî 3, 7 namzedên jin jî bi serkeftî mezûn bûne. Bi giştî îhtîmala mezûnbûna jinek bi awayekî serkeftî, nîvê mêran e.

Lêkolîneran dît ku newekheviya di navbera mêr û jinan de, dema ji aliyê komîteyeke ku hemû ji mêran pêk tê ve tê nirxandin, zêdetir dibe. Bi zêdebûna hejmara jinan di komîteyên nirxandinê de, cudahiya zayendî kêmtir dibe.