NÛ BÛ

Şandeya rojnamevanan serdana METRO, Rojnews û JIN TV kir

Şandeya rojnamevanan a ku têkildarî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Silêmaniyê hevdîtinên xwe didomîne, bi rêxistina rojnamevaniyê METRO, ajansa nûçeyan Rojnews û JIN TV'ê re civiya. Şande çû serdana malbata Hêro Bahadîn û gora wê ziyaret kir.

Komek ji rojnamevan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.

Şande duh gihişt Silêmaniyê û wê sê rojan li bajêr hevdîtin pêk bînin.

Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, piştî serdana cihê karê rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir, serdana Navenda Metro kirin.

Di serdanê de yek ji endamên şandeyê Jallan Zîaeî diyar kir ku armanca serdana wan ya ji bo Navenda Metro ewe ku karkirin û ronîkirina vê rewşa nebaş a ku li ser rojnamevanan heye, her wiha bikarin rewşeke wisa ava bikin ku êdî jiyana rojnamegeran nekeve metirsiyê.

Piştre Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Em li herêmek ku çar aliyê wê bi agir dorpêçî kirî dene, herêmek ku ne tenê ji bo rojnamevanan, ji bo her kesê ne arame. Qetilkirina van rojnamevanan beşek ji diyardeyeke terorîzma cîhanî ye û ji ber vê yekê jî pêwîstî bi piştevaniya cîhanî heye. Rêxistinên xwecihî helwesteke cidî negirtine, ji ber ku destên hizbî li pişt de hebûn. Kêm rêxistin piştgiriyê didin rojnamegeran.”

‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ HEQÎQETÊ’

Şande piştî METRO’yê serdana Ajansa Rojnews kir û ji aliyê xebatkarên ajansê ve hate pêşwazîkirin. Rojnamevan Azîz Koyluoglû derbarê Rojnews’ê agahî dan û anî ziman ku ew şopdarê heqîqetê ne. Koyluoglû destnîşan kir ku wê têkoşîna wan bidome.

Endamê şandeyê Diler Akreyî der barê xebatên xwe de agahî dan û diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên çapemeniya azad. 

Jalaan Ziaei jî êrîşên dewleta Tirk û yên ku piştgirî didin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir. Jalaan Ziyaei da zanîn ku xeta îxanetê bûye sedema van komkujiyan û diyar kir ku bi taybetî jin bûne hedef. 

Jalaan Ziyaei diyar kir ku armanca wan azadiya rojnamevanan e û banga têkoşîna hevpar kir. 

Piştre şande çû serdana JIN TV ya Şaxa Silêmaniyê. Di hevdîtinê de rayedarên JIN TV bal kişandin hedefgirtina rojnamevanên jin û bi bîr xistin ku rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin.

Endamên şandeyê banga hevgirtinê kirin û xwedîderketina pîşeya rojnamevaniyê kirin. 

Şande çû serdana malbata rojnamevan Hêro Bahadîn. Malbatê hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk anîn ziman û xwestin berpirsyar bên darizandin. 

Şandeyê sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku Hêro Bahadîn nayê jibîrkirin û heta kujer bên darizandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 

Endamên şandeyê diyar kirin ku li Ewropayê ji bo her du rojnamevanên jin heyeta parêzeran hatiye avakirin û ew ê di qada navneteweyî de mafên malbatê biparêzin. 

Şandeyê daxuyandin ku ji bo dewleta Tirk ji ber sûcên kiriye li dadgehên navneteweyî bê darizandin, wê dixebitin. 

Piştre tevî malbat, heyet û xebatkarên çapemeniya azad, çûn ser gora Hêro Bahadîn û wê bi bîr anîn. Li ser gorê dara zeytûnê hat çandin. Hevdîtinên şandeyê yên li bajêr dewam dikin.