Înîsiyatîfa Jinê ya "Pêdiviya min bi Aştiyê heye" hat avakirin
Piştî komxebata "Jin Aştiyê Diaxivin", Înîsiyatîfa Jinê ya "Pêdiviya min bi Aştiyê heye" hat avakirin. Jinan li dijî bandorên şer banga têkoşîneke hevpar kirin.
Piştî komxebata "Jin Aştiyê Diaxivin", Înîsiyatîfa Jinê ya "Pêdiviya min bi Aştiyê heye" hat avakirin. Jinan li dijî bandorên şer banga têkoşîneke hevpar kirin.
Deklerasyona dawî ya komxebata bi navê "Jin Aştiyê Diaxivin" ku di navbera 22-23'ê Sibatê de li Stenbolê pêk hat, hat weşandin. Di daxuyaniya dawî ya komxebatê de ku zêdeyî 100 jin hatin gel hev û behsa aştiyê kirin, wiha hat gotin, "Bi vê komxebatê re em weke Înîsiyatîfa Jinê ya 'Pêdiviya min bi Aştiyê heye' derdixin pêş."
Di komxebatê de mijarên cuda hatin nîqaşkirin û li ser aştî û şerê li hawîrdora cîhanî û herêmî hate nîqaşkirin.
Di danezanê de hat gotin ku mijarên "Aboriya şer, polîtîkayên keda jinan û xizaniyê", "Çima pêwîstiya me bi têkoşîna aştiyê û têkoşîna jinê heye", “Jin aştiyê çawa dixwazin? Em çawa dikarin aştiyê ava bikin?” bi sê atolyeyên cuda hatin nîqaşkirin.