ÎHD: Leşkerên Tirk pişta xwe li dadgehan germ dikin û tecawizê dikin!

ÎHD’ê bertek nîşanî negirtina Çawişê Pispor ê Tirk Mûsa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kiribû û bibû sededmê mirina wê û diyarkir ku leşkerên Tirk pişta xwe bi dadgehan germ dikin û tecawizê dikin.

Şax û komîsyonên jin ên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên li Kurdistanê têkildarê Doza Îpek Er daxuyaniyeke nivîskî da. Di destpêka daxuyaniyê de wiha behsa bûyera tecawiz û mirina Îpek Er hatiye kirin, “Îpek Er ya li navçeya Qûbîn a Êlihê dijî di 7’ê Tîrmeha 2020’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabû û bi hinceta ku çawişê pispor Mûsa Orhan sûcê êrişa zayendî li hemberî wê kirî gilîkar bû. Îpek Er ya nekarî bar û têkçûna derûnî ya vê êrişa zayendî tehemûl bike di 16’ê Tîrmeha heman salê nameyek li pey xwe hişt û hewlda xwe bikuje. Xizmên Îpek a ku bi rengekî giran birîndar bibû ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Îpek piştî 34 rojan ku têkoşîna jiyanê dida, li nexweşxaneya ku lê derman dibû di 18’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser siyaseta bêcezatiyê ya li hemberî tecawizkaran û û hat ragihandin, “Musa Orhan ê ku di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de 16’ê Tîrmehê hat destgîrkirin, piştî îfadeya wî hat girtin ew sewqî girtîgehê hat kirin, lê bi biryara kontrola edlî serbest hat berdan.

Bêcezakirin bûye zirxa herî mezin a binpêkirina mafên giştî, bi taybetî jî li vê erdnîgariyê bûye binpêkirina mafê jiyanê yê jin û zarokan. Ew rewş berdewam dike. Em nebûne şahidê dayina cezayê bi bandor ji bo sûcdarekê ku bi hêza raya giştî sûc dike. Doza Îpek Er a ku duh hat dîtin yek ji îspata vê bû. Li salona dadgehê bi mebesta qutkirina dengê jinan û astengkirina parvekirina agahiyan ji raya giştî re, tabloya pêvajoya darizandinê radixe ber çavan.

Şandeya dadgehê ji ber sûcê 'êrişa destdirêjiyê ya zayendî' 12 sal cezayê girtîgehê li Mûsa Orhan birî. Şandeya ku di biryarê de daxistina cezayê ya 'nêzîkatiya baş' sepand, ceza daxist 10 salan. Têkildarî biryarê ji şandeya dadgehê îzahek hat nivîsandin. Ev îzah ji bo dema ku pêwîst bike ew were girtin, ji bo ku bikare beraata wî bixwaze. Ji bo xirab bikar anînina rayeya giştî tu cezayên pêkanînê nehatin birîn û nebû mijara cezayê jî. Em tacîz, tecawiz û zextên hêzên hiqûqê yên li ser jin û keçan bi taybetî li herêma me ku xwe dispêrin hêza raya giştî qebûl nakin!

Em ê berdewam ji bo Îpek Er û gelek jinên din jî bibêjin edalet! Jiyana azad û bê şîdet mafê me ye.”

Yên ku di daxuyaniyê de îmze kirine ev in:

“Şaxa ÎHD’ê ya Amedê

Şaxa İHD’ê ya Êlihê

Şaxa İHD’ê ya Mêrdînê

Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê

Şaxa İHD'ê ya Colemêrgê

Şaxa İHD'ê ya Wanê

Şaxa İHD'ê ya Rihayê

Şaxa İHD’ê ya Adiyamanê

Şaxa İHD'ê ya Sêrtê

Şaxa ÎHD'ê ya Agiriyê

Şaxa İHD ya Mereşê

Nûnertiya ÎHD'ê ya Qersê."