Êşkenceya 'kamerayan' li ser girtiyên jin tê kirin

Girtiya bi navê Helîn Yapici ji Girtîgeha Xêrpêtê name şand û qala binpêkirinên mafan û êşkenceyan dike. Yapici ragihand ku kamerayên ku li Kawûşên wan hatine bicihkirin, şikandine û ji ber vê yekê hevalên wan birine 'odeya bi sunger'.

Êrîş û binpêkirinên mafan yê rejîma AKP'ê li ser girtiyên siyasî di girtîgehan de didome.

Jina li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girti Helin Yapici, têkildarî zextên li ser girtiyan tê meşandin name şand. Girtî Helîn Yapici di nameya ku şandî de qala binpêkirinên mafan û zextên li ser girtîgehan dike.

Yapici diyarkir ku bi kamerayan kawûşên wan temaşe dikin û wiha got: "Kamera li odeyên me bi cih kirine û li me temaşe dikin. Ev bi serê xwe tundiya herî mezin û êşkence ye. Rûmeta me dişkînin."

 JI BO GIRTIYÊ NEXWEŞ YATAK NE HAT DAYÎN

Yapici diyarkir ku hemû girtîheh girêdayî Wezareta Edaletê ye û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê diyar dikin ku bi hinceta "Ewlehiyê" bi cih kirine. Lê hemû girtîgeh girêdayî heman Wezareta Dadê ne. Mînak li Girtîgeha Tima F a Sincan, Girtîgeha tîpa D a Amedê, Girtîgeha tîpa M a Bayburtê kamera tune. Lê li girtîgeha me karema di odeyan de heye. Ev binpêkirina mafan e. Ev sûc e. Em êdî nikarin pêdiviyên xwe yên taybet pêk bînin. Li girtîgehê hêjmara girtiyan zêde ye. hêjmara nexwexweşan zêde ye. Girtiyên li erdê radizên hene.

'ÊŞKENCEYA LI ODEYA BI SUNGER'

Ji bo kamera bê rakirin me bi dehan caran daxwazname da. Lê bersîv nedan me. Ji ber vê yekê me ser kamerayê girt û me şikand. Piştre du hevalên me ji odeyê derxistin û birin li odeya bi sunger êşkence pê kirin. Gartiyan gef li me xwarin û neheqî li me kirin. 12 saetan xwarin û nav nedan hevalên me. Gotinên qirêj li me kirin û neheqî li me kirin.

Hevalên me yên kamera dişkîne ceza li wan dibire û bi pereyên ku malbat ji mere dişîne dîsa kamera distînin. Me li dijî van pêkanînên suc serlêdana suc kir."