Êşkence li nivîskara Îranî hate kirin

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Îranê êşkence li nivîskara Îranî kirin û rewşa wê giran e.

Li gorî Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêzên ewlekariyê yên Îranê êşkence li çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer a 38 salî û xelkê Hedeşt ê li sînorê bajarê Kohgiluye û Boyer Ehmed, kirine.

Hate diyarkirin ku Mêhrgan Nemawer di dema êşkenceyê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê girane.

Her wiha piştî lêdana giran, telefona nivîskar Mêhrgan Nemawer jê hatiye standin û desteserkirin.

Li gorî malperê 2’yê Adara 2024’an çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate berdan.

Hate bibîrxistin ku carek din Mêhrgan Nemawer di 18’ê Adara îsal de hate binçavkirin û piştî 16 rojan di bin çavan de ma, bi dayîna berdêl û bi şêweyekî demkî hatibû berdan.