Êrîşî rojnamevanên jin tên kirin

CFWIJ ragihand ku di meha Cotmehê de li Tirkiyeyê êrîşa fîzîkî li ser 15 rojnamevanên jin hatiye kirin. Rojnamevanên jin di hedefa polîsan de bûn.

Komîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî vê di meha Cotmehê de 40 jin rastî tundî, gef û tacîzê hatine. Bajarên ku herî zêde li pêş jî Tirkiye, Rûsya û Kanada bûn.

Li gorî raporê di meha Cotmehê de gelek bûyerên êrîşên fîzîkî li ser rojnamevanên jin pêk hatiye. Li gelemperiya cîhanê 19 jinên rojnamevan dema li qadê kar dikirin êrîşa fîzîkî û rastî mudaxeleya polîsan hatine. Li Tirkiyeyê herî kêm 15 rojnamevanên jin ji ber pîşeyê xwe tundî lê hatiye kirin û rû bi rûyê tacîzê hatiye. 12 rojnamevanên jin jî dema nûçe dişopandin tundiya fîzîkî lê hatine kirin. 2 rojnamevanên jin jî bi rêyên hiqûqî hatine tacîzkirin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku polîsan mudaxeleyî karê rojnamevaniyê kirin, li rojnamevanan dane, dest danîne ser qertên wan ên rojnamevaniyê; rê nehatiye dayîn ku rojnamevan karê xwe bikin û dorpêç kirine.