Êriş hatin têkbirin, li gundên Minbicê 13 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê hatine têkbirin û 13 çete hatin kuştin.
QSD'ê ragihand ku êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê hatine têkbirin û 13 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 4'ê Çileya 2025'an a berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarê rojhilat û başûrê Minbicê eşkere kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin li eniyên şer ên Bendava Tişrînê û herêmên başûrê rojhilatê Minbicê pêşde biçin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê doh (Şemiyê) tevahî êrişên bi desteka balafirên bê mirov û yên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, têk birin û windahiyên mezin gihandin çeteyên dewleta Tirk a dagirker.
Duh saet di 13.00ˈan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên derdora Bendava Tişrînê domandin. Hêzên me bersiva êrişan dan û şer û pevçûn heya saet 17.00ˈan dewam kir. Dewleta Tirk di saetên sibeha de bi obîsan herêm bi dijwar topbaran kir. Piştre êriş li ser Girê Syriatel dan destpêkirin. Hêzên me ku bersiva êrişê dan, erebeyeke çete lê bûn, îmha kirin. Bi qasî hate tesbîtkirin 8 çeteyên di erebeyê de bûn, hatin kuştin.
Saet di 13.30ˈan de çeteyan êrişa Mezreya Ebû Seîd kir. Şervanên êriş têk birin. Li vir jî bi qasî hate tesbîtkirin 5 çete hatin kuştin.
Piştî tevahî êriş ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin û windahiyên canî û madî gihiştin dijmin, vê carê deriyê têketina gundê Xirbe Zemala bi obîsan bi dijwarî topbaran kirin.
Li aliyekî din Yekîneyên Şehîd Harûn li 13 hedefên dijmin (nuqte, kombûn û erebe) xistin.
Hêzên me li nêzî bajarê Dêr Hafirê li nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan. Li virî çeteyek bi giranî birîndar bû.
Roja Înê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke şer kargeha şekir li rojhilatê bajarê Dêr Hafirê bombebaran kiribû. Di encamê hin beşên girîng ên kargehê wêran bûn. Tevî ku ev kargeh cihekî sivîl û aktîv e ku xizmeta şêniyan dike, lê dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê debara jiyana şêniyan dike, her tiştî dike hedef, binesazî jî ji êrişên wê nafilitin."