Hevdîtina DEM Partî-CHP'ê bi dawî bû
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re kir. Ozel diyar kir ku wê tevkariyê bike û divê gavên demokratîk û qanûnî bêne avêtin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re kir. Ozel diyar kir ku wê tevkariyê bike û divê gavên demokratîk û qanûnî bêne avêtin.
Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku 28'ê Kanûnê li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kirin, li gel Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku wezîfeya wî hatiye desteserkirin û qeyûm li şûna wî hatiye danîn, li Meclîsê hevdîtinên xwe yên bi partiyan re dewam dikin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê saet di 10:30'î de li Meclîsê bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Li gel Ozel her wiha Serokwekîlê Koma CHP'ê Gokhan Gunaydin, Sekretera Giştî ya CHP'ê Selîn Sayek Boke û Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Gokçe Gokçen heyeta DEM Partiyê pêşwazî kirin.
OZEL: EM Ê TEVKARIYÊ LÊ BIKIN
Hevdîtinê bi qasî saetek û 35 deqeyan dewam kir û piştî hevdîtinê Ozgur Ozel û Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan.
Ozgur Ozel got, "Me heyeta xwe ya hêja kir mêvan. Me li wan guhdarî kirin. Têkildarî pêvajoya heyî, ji bo çareseriya pirsgirêka ku 50 sal in li Tirkiyeyê dewam dike, ji bo bidawîkirina barîna rondikên çavên dayikan, ji bo careke din şehîd neyên dayin, windahî neyên dayin, weke Partiya Gel a Komarê em amade ne tevkariyê li hemû gavên bêne avêtin bikin, ku me ev yek beriya niha jî anîbûn ziman. Me ev fikrê xwe ji heyeta hêja re parve kir. Me bendewarî, fikar, nêrînên xwe yên erênî, rexneyên xwe bi şênberî ji heyetê re ragihand. Pêşniyar û helwesta xwe ya ji niha û pê ve jî me parve kir. Bi kurtasî li gorî helwesta me ya hevgirtî ya dîrokî divê pêvajo di çarçoveya Meclîsê de, bi pêşengiya Meclîsê bê meşandin. Di vê mijarê de fikareke me, fikrekî me yê cuda nîne. Ji bo gavên ji niha û pê ve bêne avêtin me bi wêrekî got, pêwîstî bi karê komîsyoneke xurt heye ku hemû partiyên siyasî yên li meclîsê di nav de hebin."
'DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎK Û QANÛNÎ BÊNE AVÊTIN'
Ozel bi dewamî got, "Me got, mutabaqata civakî girîng e, divê hesasiyetên civakê li ber çavan bêne girtin û li gorî vê yekê gav bêne avêtin. Me beriya niha gotibû, mebesta me ji mutabaqata civakî ew e ku tevahiya civak di nava pêvajoyê de hebe. Bi taybetî bêyî ku malbatên şehîdan û gazî li derve bêne hiştin û fikarên wan neyên dîtin, divê mekanîzma bêne avakirin ku ew jî karibin fikarên xwe bînin ziman."
Ozgur Ozel got, "Gavên ji niha û pê ve bêne avêtin divê hem demokratîk bin, hem jî qanûnî bin" û bi vî rengî dewam kir, "Ya girîng ew e ku rijandina xwînê û rondikên çavan bê rawestandin, destûr neyê dayin ku Tirkiye bi temamî winda bike, em bi hev re karibin bi hêvî li siberojê binihêrin. Em vê hêviyê diparêzin."
ONDER: ME HEVDÎTINEKE BERFIREH KIR
Sirri Sureyya Onder jî got, "Me derfet dît ku hevdîtineke gelekî berfireh bikin. Me li pêşniyar, tevkarî û fikaran guhdarî kirin. Hemû jî hêja ne. Bi taybetî fikar û îtiraz ji piştgiriyê hîn bi wate ye. Ev yek hewldaneke derdoreke teng nîne, ji ber ku hemû civakê eleqedar dike divê em mutabaqatekê pêk bînin."