DFG: Nedayina cenazeyan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) astengkirina heyetê şermezar kir ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn xwest biçe Başûrê Kurdistanê.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) astengkirina heyetê şermezar kir ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn xwest biçe Başûrê Kurdistanê.
Ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanê Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ku li Rojava di encama êrîşa SÎHA de hatin qetilkirin, heyetekê xwest biçe Başûrê Kurdistanê lê belê hate astengkirin.
DFG'ê li ser hesabê X'ê nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi nedayina cenazeyan re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Mafê her mirovî heye ku li gorî bawerî û kevneşopiya xwe bê veşartin. Mafê her mirovî heye ku yên xizmên xwe winda kirine şînê bigire. Em dubare dikin ku divê heyet tavilê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bibe, cenaze werbigire û cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin bêne veşartin."