Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêber Apo ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatan û parêzeran bi rêk û pêk têne astengkirin. Hema bibêje temamiya serlêdanan jî bêbersiv têne hiştin.