BI DÎMEN

Çîgdem Dogû: Têkoşîna têgihiştin û zanebûnê gelekî girîng e -HATE NÛKIRIN

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû bal kişand ser girîngiya rêxistiniya jinê û got, "Divê jin xwe nas bike, bi xwe û hemzayenda xwe piştrast be. Lewma têkoşîna têgihiştin û zanebûnê gelekî girîng e."

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameyeke Jin TV bû û qala girîngiya rêxistiniya jinê kir.

Çîgdem Dogû got, "Rêxistinî pîvaneke bingehîn a Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye. Di hemû îdeolojiyan de ev yek bi vî rengî ye. Rêxistin nebe gavavêtin nabe. Dîroka mirovahiyê dîroka rêxistiniyê ye. Dema ku mirov bala xwe bidin ser cewhera pênaseya civakî bûnê wê bê dîtin ku rêxistinbûnê îfade dike. Rastiya rêxistinbûna civakê îfade dike. Rêxistinek di çarçoveya exlaqê de ye. Yanî ji bo paşeroja mirov, civak û mirovahiyê, rêxistinbûn xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji aliyê pênaseyê ve rêxistinbûn ji hûnandin tê. Tu rastî, aborî, tenduristî, perwerdeya civakê dihûne. Bi Kurdî dibêje 'rêxistin'. Yanî xistina ser rê, sererastkirina rê. Ji aliyê etîmolojîk ve jî dema mirov dinirxîne, tê dîtin bê ji bo mirovahiyê tê çi wateyê. Pêşenga destpêkê ya rêxistinbûn û civakî bûnê jin e. Xwegihandina nasnameya xwedawendiyê, pêwendiya xwe bi hêzeke rêxistinî heye. Ji ber ku di rêxistinknirina jiyana civakî de bi rola pêşengiyê rabû û di vê mijarê de xizmetên gelekî hêja ji civakê re kir, civakê ew gihand asta xwedawendiyê. Aliyê xwe yê trajîk jî ev e. Jin bû pêşenga destpêkê, gavên destpêkê avêt, bi demê re pêşketinên mezin li dora wê pêk hatin. Lê belê ji hêza pêşengiyê mehkûmî bêrêxistiniyê hate kirin."

Çîgdem Dogû diyar kir ku operasyona destpêkê ya li dijî jinê di vê çarçoveyê de hate kirin û destnîşan kir ku jin pêşenga civakê bû, lê ji civakê, ji rêxistiniyê hate qutkirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi têkoşîna jinê, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kir ku îro bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bûye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin jiyan e, jiyan civak e. Li gel vê yekê rastiyeke ku azadiyê dinirxîne. Mirov rêxistiniyê jî li dora vê gelekî baş dikare vebêje. Bêyî ku ji giştiya wê jiyanê qut bibe, lê belê li wê derê rêxistiniya xwe biparêze hewl dide azadî, wekhevî û edaletê tevlî wê bike. Rêbazeke bi vî rengî ya rêxistinî îradebûneke hîn xurt diafirîne. Jin dikare hîn baştir xwe nas bike."

Çîgdem Dogû ragihand ku ew vê yekê jî weke têkoşîna zayendê pênase dikin û got, "Mejî û hînbûnên ku ji aliyê zayendîperestiya civakî ve hatine afirandin ji aliyê her kesî ve têne zanîn. Nêzîkatiyên welê hene ku kevneperestî, serwerîperestî û koletî qebûl kiriye. Weke ku me got, rastiyeke jinê heye ku hem ji dîroka xwe, hem jî ji dîroka civakê hatiye qutkirin. Bêguman zor û zehmetiyên xwe gelekî zêde ye. Beriya her tiştî divê li dijî rastiya ku xwe nas nake, têbikoşe. Divê beriya her tiştî jin xwe nas bike, bi xwe, bi jinê piştrast be. Jin li hemberî hev hatiye rakirin, weke objeyeke zayendî hatiye pênasekirin. Vê yekê bandor li psîkolojî û karakterê jinê kiriye. Bêyî ku ev rastî bê dîtin, meşandina têkoşîna azadiyê nabe. Bêyî vê yekê ji xwe di gava destpêkê de wê bihilkume.

Lewma têkoşîna ji bo têgihiştin û zanekirinê gelekî girîng e. Di vir de jî dibe ku nêzîkatiyên li pêşiya vê yekê dibin asteng hebin. Dibe ku ev yek ji bo hemû têkoşînan derbas bibe. Mînak serhildaneke ji rêzê hêsan e. Em bibêjin, tu sîstemê şermezar dike, dewletê, mêr şermezar dike. Derdikeve kolanan, red dike, qebûl nake. Baş e, ev yek aliyekî girîng ê têkoşînê ye. Lê belê ev hinekî hêsan e. Divê em li dijî aliyên xwe yên paşverû jî têbikoşin. Baş e, ez aqlê mêr red dikim. Lê belê aqlê li hemberî vê yekê wê çi be. Baş e, vê sîstemê red dikim, lê sîstema li hemberî vê wê çi be? Ev sîstem jinê ji aliyê aborî ve ditepisîne, talan dike. Em ê aboriyeke çawa ava bikin, em aboriyeke çawa dixwazin? Endustriya tenduristiyê bedena jinê ewqasî bi kar tîne, li hemberî vê yekê ji bo jin û mêr, ji bo tevahiya civakê divê sîstemeke çawa ya tenduristiyê hebe? Perwerde veguheriye sîstema şuştina mejî, bi mejiyê hiyerarşîk û mêr hatiye dagirtin. Di nava jiyaneke li dora azadî û jinê wê perwerde çawa be?

Mijara ku herî zêde em li ser nîqaş dikin ev e. Ev dibe bûyer, nerazîbûnên destpêkê gelekî xurt in. Lê belê ji aliyê veguherandina rêxistiniyê û pêşkêşkirina alternatîfê ve em gelekî kêm dimînin. Bi dîtina min sîstemê ev rêbaz jî bi dest xistiye.

Ji ber ku daîmîbûn tune ye. Tu li ber tiştekî radibe, red dike lê belê li hemberî vî tiştê tu red dike, qebûla te, stratejiya te çi ye? Dema ku ev nebe, têkoşîna te jî daîmî nabe. Tu şermezar dike, lê belê sîstema li hember bi heman rengî ye. Te alternatîf neafirandiye. Di ser re ew sîstem hîn zexel e. Xwedî tecrûbeyeke ji 5 hezar salî ye. Li hemberî rastiya ku tu red dike, hesabê wê yekê dike ku gelo dikare bikişîne nava sîstema xwe. Yanî lîberalîzm. Timî şermezar dike, lê heta ku derê?  Piştî demekê psîkolojiya têkçûnê rû dide. Ji aliyekî ve divê li hemberî vê têkoşîn bê meşandin, ji aliyê din jî dewlemendiya îdeolojîk, polîtîkbûyîna rêxistinî divê, weke tevgera jinê divê em polîtîkayê biafirînin.

Weke tevgerên jinê yên cîhanê me heta niha nekarîne van organan biafirînin. Rêxistin hene. Lê belê ji aliyê afirandina polîtîkaya jinê ya jeostratejîk-jeopolîtîk ve gelo rêxistiniyeke me heye? Nîne. Em bala xwe bidin Kurdistanê. Ji aliyê vehewandina tevahiya jinên Kurd ve kêm e. Belê, heye û weke tevgera jinê em hewl didin vê bi pêş ve bibin. Lê belê divê hîn bêhtir bê kûrkirin. Ji vî alî ve dema mirov dinirxîne, divê li ser xeta 3'yemîn rêxistinî bê kirin. Ne tenê şermezarkirin, li gel vê yekê divê bê destnîşankirin ku çi tê qebûlkirin, divê rêxistinî bê kirin. Li cîhanê rêxistinên cuda yên jinan hene û gelekî girîng e. Ne ji bo rexnekirinê dibêjim lê belê divê ev rêxistinên heyî ji bo birêxistinkirina jiyana xwe divê em bibin yek."

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ew ji vê stratejiya rêxistinbûnê re jî dibêjin sîstema konfederal a jinê ya demokratîk û hewl didin vê yekê bi rêxistin bikin.

Çîgdem Dogû got, "Komun, meclîs, kooperatîf û akademî" û diyar kir ku ew hewl didin li ser van 4 mijaran sîstemeke konfederal a demokratîk ava bikin.

Çîgdem Dogû got, "Dawiya dawî jî em ji xwe re dikin armanc ku şoreşa azadiya jinê pêk bînin."