'Çavkaniya êrîşa destavêtinê ya polîsan hişmendiya AKP'ê ye'

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî bûyera destavêtinê ya polîsan a li Stenbolê daxuyanî da û got, "Ne bûyereke ji rêzê ye, çavkaniya êrîşan hişmendiya AKP’ê ye."

Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî hovîtiya ku du polîsên Tirk dest avêtin jinekê ya li Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Rejîma Qesrê-AKP'ê mudaxeleya dewlet û zilam a li dijî îrade, beden û nasnameya jinê rewa dibîne. Politîkayên dijminahiya li dijî jinan didomîne."

Daxuyanî wiha didome;

'POLÎS BÊ NAVBER VAN SÛCAN DIKIN'

"Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, li Fatîh a Stenbolê du polîsan ku kontrola trafîkê dikirin, wesayîtek rawestandine û jina bi navê Î.K. a 27 salî ya ji Ozbekîstanê, ji wesayîtê derxistine û 4 saetan di wesayîta polîsan de hiştine. Polîsan di wesayîtê de dest avêtine Î.K. û 1.400 TL pereyê wê xesp kirine û piştre li Yedîkûleyê danîne. Î.K. ya ku ji bo gilîkirina polîsan çûye Navenda Polîsan, giliyê wê nehatiye qebûlkirin û polîsan xwestine serê bûyerê bigrin. Lê tevî israra Î.K. lêpirsin hatiye destpêkirin, lê ji derveyî du polîsan têkildarî kesên ku dixwestin serê vê bûyerê bigirin û bûne hevkarê sûc derkete holê ku ti lêpirsîneke bi bandor nehatiye destpêkirin.

'NE BÛYEREKE NE JI RÊZÊ YE'

Ev hovitî ne bûyerekî ji rêzê nîne. Vê yekê weke politîkayekê ya desthilatdariya zilam tim û tim li jinan ferz dikin. Divê Wezîrê Karên Hundir li dijî vê hovîtiya ku di bin sîwana wezaretê de pêk tê bêdeng nemîne û demildest îstifa bike."