Çalakiyên piştgiriya Efrînê li Kampa Derya Spî ya Jinoelojiyê berdewam e

Çalakiyên piştgiriya Efrînê ya beşdarên Kampa Derya Spî ya Jinoelojî ya ku 29’ê Adarê li welatê Baskê hatî lidarxistin berdewam dike.

Beşdarên Kampa Derya Spî ya Jinoelojiyê bi boneya piştgiriya berxwedana Efrînê çalakiyek lidar xistin. Beşdarvanên kampê yên ku jinên ji Îspanya, Îtalya û Portekîzê tevîl bûne, duh li navenda Bîlbao yê bernameyek ku têde êrîşên li ser Efrînê hate vegotin hate pêşkêşkirin. Jinên ku heta navenda Bîlbao yê meşî, dirûşmên “Hevalên me yên jin ên Kurd nîşanî me da ku heta sîstema baviksalarî neyê xira kirin şoreş bi ser nakeve”, “Gelê Kurd serî hilda û dîrokek nû nivîsand, bi Efrînê re heta serkeftinê” berz kirin û di meşê de pankartên li ser nivîsa, “Efrîn, Gazze, dawî li qetlîamên Rojhilata Navin bînin” hatin hilgirtin.

‘PERPIRSÊ DAGIRKERÎYÊ RÛSYA Û EWROPA YE’

Di axaftinên piştî meşê hatin kirin de bal kişand ser berxwedana jinên li Efrîn û Rojava yên şer dikin. Di axaftinên serî de Rûsya û hemû welatên Ewropa ji dagirkeriyê berpirs tê nîşandan, hat diyarkirin ku jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin hatine hedef kirin. Jinên ku nerazîbûn nîşanî qetlîma dewleta Îsraîlê ya ku di hefteya borî de li ser gelê Filistînê pêk anî, alên Filstînê jî rakirin. Piştrî çalakiyê bi gotûbêjên ceribandinên herêmî yên kampa Derya Spî ya Jineolojiyê dom kir. li gel jinên ji welatên baskê, Katalonya, Aragon û herêên giravên Kanaryayê, dîsa Portekîz û welatên cih hatin, ezmûnên rêxistinkirinên xwe parvekirin û nirxandinên xwe domandin.