Çalakiyên 8’ê Adarê: Komkujiyên jinan û tecrîd hate protestokirin

Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li gelek bajaran de, komkujiyên jinan û tecrîd hate protestokirin û berxwedana girtîgehan hate silavkirin.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe. Di vê çarçoveyê de hem amadekarî didomin hem jî li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin.

RIHA  

Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji bo jinên di girtîgehê de qertên piştevaniyê şandin. Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Mezin a Rihayê Gulşer Ozer jî di nav de gelek jin li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatin gel hev û qertên ku dê bişandina amade kirin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku jin bi armanca piştevaniya bi jinên girtî re hatine gel hev û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz be.” Piştre jî jinan qertên amade kiribûn li Şaxa PTT’ê ya Karakopruyê ji bo girtîgehan şandin.  

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî ji jinan re qert hatin şandin. Piştî şandina qertan, li ser navê jinan namzeta hevşaredariyê ya Serêkaniyê Rahşan Yazar axivî û ev tişt anî ziman: “Di vê têkoşînê de jinên kurd pêşengtiyê dikin û tevî hemû cureyên zext, binçavkirin û girtinan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz be.”

WAN

Li navçeya Payîzava ya Wanê jî bi boneya 8’ê Adarê hevdîtin hat lidarxistin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê neslihan Şedal, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Jinan li ber muzîkan govend gerandin û piştre jî Şedal axivî.

Şedal anî ziman ku jinên kurd bi sala ye têdikoşin û wiha got: “Ev têkoşîn ji bo hemû jinên cîhanê bû mîna. Em soz didin ku dê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ belav bikin û têkoşînê mezintir bikin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe em jî nikarin azad bibin. Dê berxwedana jinan li her qadê bidome.”

Piştî çalakiya l Payîzavayê Şedal û şandeya pê re derbasî Taxa Xaçortê ya li navçeya Rêya Armîşê bûn. Li vir jî sînevîzyoneke ku têkoşîna jinan vedibêje hate pêşandan û dengbêjan stranên xwe gotin.

ÎDIR

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê li bajarokê Xoşxeberê ya Îdirê jî pîrozbahiya jinê li dar xistin. Beriya pîrozbahiyê, jinan li navenda bajarokê ji bo vexwendina pîrozbahiyê belavok belav kirin. Piştre jî jin derbasî avahiya DEM Partiyê ya bajarokê bûn û pîrozbahî li dar xistin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Îdirê Nejla Kum, rêveberên bajar û bajarokê û gelek jin tev li pîrozahiyê bûn. Jinan govend gerandin û piştre jî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îdirê Oya Malgaz axivî û wiha got: “Li ser birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd tecrîdeke giran heye. Ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan greva birçîbûnê didome. Dayikên me jî di nobeta edaletê de ne.”  

Piştre jî namzeta hevşaredariyê ya Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal axivî. Kartal, 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev hilbijartin hilbijartina jinan e. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser kevin.” Piştî axaftinan jî govend hatin gerandin û gul li jinan hatin belavkirin.

ŞIRNEX  

Çalakî û xwepêşandanên jinan ên li Şirnexê bi pîrozbahiyê dom kir. TJA’yê li pêşiya Şaxa KESK’ê pîrozbahiya jinê li dar xist. Jin bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn û dovîzên “Rengê herî xweşik ê cîhanê rengê min e”, “Na ji tecrîdê re” û “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan, Dayikên Şemiyê û namzetên heşvaredariyê yên bajar û navçeyan tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir.

Namzeta hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu di pîrozbahiyê de wiha got: “Ber bi 31’ê Adarê ve em jin dê li ser sindoqan ji qirkirina jinan û talankirina xwezaya xwe re bibêjin êdî bes e.”  

COLEMÊRG

Meclisa Jinan a DEM Partiyê Colemêrgê û TJA’yê li navçeya Çelê hevdîtina bi jinan re li dar xist. Li gel partiyiyan, her wipha gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtin li avahiya partiyê ya navçeyê hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut di hevdîtinê de axivî û wiha bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê: “Em ê têkoşîna xwe bi hilbijartinê bi serkeftinê tacîdar bikin.” Piştî axaftinan, jinan pasteya bi nivîsa “8’ê Adarê Roja Jinan pîroz be” birîn. Di dema birîna pasteyê de jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Hevdîtin bi gerandina govendê û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.