8'emîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hunerê bi bernameyên cûda berdewam dike. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat diyar kir ku, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û gelek wekîlên din dê tevlî mitînga 27'ê cotmehê li Êlihê tê lidarxistin bibin. Akat bang li hemû kesî kir ku, tevlî mitîngê bibin û wiha got: "Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye û ev yek ji bo me ezmûneke. Dem dema em dengê xwe bilind bikine."
8'emîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hunerê ya Êlihê di roja duwemîn de berdewam dike. Mîhrîcanê bi konsera li Parka Kîne Em berdewam kir. Parlementera BDP'ê Ayla Akat, rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên jinan û bi hezaran welatî tevlî konserê bûn. Konserê bi rêzgirtinê destpê kir. Di konsera piranî ciwan tevlî bûn de sloganên "Jin jiyan, azadî", "Ocalan" û "Girtiyên şoreşger ên berxwe didin rûmeta me ne" hatin bilind kirin. Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Akel di konserê de axivî û bang li hemû gelê Êlihê kir ku di 27'ê cotmehê de tevlî mitîngê bibin û wiha got: "Îro roja êş û gûmanên me mezine. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye."
'LI PEY VAN DAXWAZAN RASTIYA GELEKÎ HEYE'
Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî diyar kir ku, daxwazên girtî tînin ziman daxwazên gelê Kurdin û wiha got: "Li pey van daxwazan rastiya gelekî heye. Ya bê dîtin eve. Niha dora me ye. Divê em vê yekê qebûl bikin. Êdî ji pirsa pirsgirêka Kurd çareser bibe bersiv zelal bûye. Di pirsgirêka Kurd de berî her tiştî divê çek bên bêdengkirin. Ev yekê dê çawa pêk bê. Herî baş kesên AKP'ê rêve dibin baş dizanin. Dewlet vê yekê baş dizane. Ji ber ku wan dît ku çek çawa tên bêdengkirin. Çawa pêk hat? Bi hevdîtin û diyalogê pêk hat. Li ku? Li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê. Li ku? Li Osloyê bi rêveberên PKK'ê re."
'DEM DEMA EM DENGÊ XWE BILIND BIKINE'
Akat anî ziman ku, Hevserokê Giştîyê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û gelek wekîlên din dê tevlî mitînga di 27'ê cotmehê de pêk bê bibin û xwest ku hemû kes tevlî mitîngê bibe û wiha axivî: "Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye û ev yek ji bo me ezmûneke. Dem dema em dengê xwe bilind bikine. Em dê kengî dengê xwe bilind bikin. Di 27’ê mehê de li qada mitîngê ya li ber Nexweşxaneya Farabî. Em hemû bi hev re di mitîngê de dê ji polîtîkayên înkar û tunekirinê re bêjin 'raweste' Ji bo ku em vê ezmûnê bi serkeftî bidin şev û roj em dê bixbitin. Armanca me ewe ku em deriyê girtîgehan vebikin."
Piştî axaftina Akat hunermend Hîvda Gokel, Rûken Yilmaz û Ayfer Duzdaş derketin ser dikê. Pişt re hunermed Amel Mathlouthî derket ser dikê û bi 4 zimanan stran gotin. Mathlouthî li gel baranê li ser dikê nehate xwar û heta dawiyê stran gotin bi sloganan ji ser dikê hate xwar. Pişt re hunermend Şengul Pak û Ozlem Taner derketin ser dikê.