8’ê Adarê li Zagrosan hate pîrozkirin
8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê li Qadên Parastinê yên Medyayê bi tevlêbûna gelek gerîlayên jin hate pîrozkirin
8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê li Qadên Parastinê yên Medyayê bi tevlêbûna gelek gerîlayên jin hate pîrozkirin
Gerîlayan li Zagrosan ku yekem car artêşbûna jinê lê pêk hat 8’ê Adarê pîroz kirin. Fermanarên YJA-Starê Hêzil Ozgur, Pelşîn Koçgirî, Hîlan Rustem, Dorşîn Mahîr û Axîn Ararat û gelek gerîlayên jin li bernameyê hazir bûn. Yek ji Fermandara Qada Zagrosê ya YJA-Starê Hêzil Ozgur axivî û got jin her roja ku diçe têkoşîna azadiya jinê geştir dikin. Ozgur şehîdên azadiyê bi bîr anî ^got, ‘’Bihara 2018’an em 8’ê Adarê li Rêber Apo, hemû jinên azadîxwaz ên li c3ihanê, hevalên xwe yên zindanan û li eniyan li ber xwe didin, li dayikên xwe pîroz dikin.’’
‘TÊKOŞÎN HER ROJ GEŞTIR DIBE’
Ozgur bi berdewamî got, ‘’Destkeftinê 2017’an û yên beriya wê encama têkoşîna mezin e û mînaka vê ya îro têkoşîna mezin a li Efrînê ye. Hemû dayikên me, hêzên YPG, YPJ û QSD’ê bi rojan e li dijî hemû dagirker û teknîka wan a pêşketî li ber xwe didin û serê xwe natewînin. Ev destkeftî bi hevalên me yên şehîd, bi ked û nirxa wan e. Ev têkoşîna azadiyê ku bi xwînê berz dibe her roj berztir dibe.’’
‘EM Ê LI PEY ŞOPA DELALAN BIÇIN’
Ozgur bi bîr xist dîroka têkoşînê ya 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd li Zagrosan dest pê kiriye û got, jin bi çalak di nav de cihê xwe girtine û encamên wê li hemû Kurdistanê têne dîtin. Ozgur got têkoşîna azadiya jinê ya ku li Zagrosan dest pê kirî îro li Efrînê gihaştiye asta herî bilind û got: ‘’Têkoşîna azadiya jinê ya ku îro li Efrînê berz bûyî bi Rêber Apo û bi keda fermandaren me yên mezin Delal Amed e. Li çiyan bi hezaran gerîla,bi jinên xwedî berxwedaniya mezin a li Zagrosan Ronak, li Efrînê Avesta û Barîn îro xetîreya azadiyê geş dibe. Em hêzên YJA-Starê di rêça van hevalan de dimeşin û 2018’an em ê rê nedin hewldanê dagirkirinê û êrîşan û li ber xwe bidin û têkoşînê geş bikin.’’
‘DIVÊ LI DIJÎ HOVÎTIYA DEWLETA TIRK BÊDENGÎ NEBE’
Fermandara YJA-Starê Hêzil Ozgur bal kişande ser êrîşa dewleta dagirker a Tirk û got bi operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê tê xwestin ku komploya li ser Kurdan were berfirehkirin. Ozgur got êrîşên dewleta Tirk li dijî tevahiya mirovahiyê ne û got çi kesê ku li dijî van êrîşan bêdeng in hevkarê van êrîşan in; ‘’Em hemû hêzên ku li dijî êrîşên dagirker ên dewlta Tirk ên hov bêdeng diminin, destekê didin şermezar dikin. Li dijî tinekirina nirxên mirovahiyê, li dijî kuştina jin û zarokan bêdengiyeke mezin heye. Lê tevgera azadiyê ya Kurd her deme pişta xwe da hêza xwe, ti caran pişta xwe neda hêzeke dî. Ev 40 sal in têkoşîna me tim pişta xwe daye gelê xwe. Bi vê rêgezê li dijî dagirkeran,şer kir û şer dike. Niha yek ji mînaka vê Rojava ye. Mînak vê ev şer e ku bi salan li van xakan tê kirin. Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk ku çi kesê ku nirx dide nirxên mirovahiyê denge xwe derxîne. Bi taybetî jî di vê serdemê de ku jin û zarok têne kuştin divê her kes dengê xwe derxîne.’’
‘HESABÊ ÊRÎŞAN WÊ WERE PIRSÎN’
Fermandara YJA-Starê got dile hêzên YJA-Starê li Efrînê ye, li dijî komkujiyên li ser Kurdan ew ê bêdeng neminn, bi îdîa û bi biryar in ku 2018’an li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirker berxwedaniyeke mezin nişan bidin û got; ‘’Li dijî van komkujiyan em ê têkoşîna xwe geş bikin û li Efrînê û li devera ku êrîş li ser heye xwedî derkevin. Efrîn ne tene ye. Rojava ne tene ye. Em ne tenê hêza parastinê ya jinên Kurdan in, em hêza parastinê ya hemû jinên cîhanê ne. Li kûderê dibe bila bibe êrîşek li ser jinan hebe em hêza wan a parastinê ne. Li ser vê zemînê ji Zagrosan em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.’’