8'ê Adarê li Şêx Meqsûdê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, 8'ê Adarê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin. Jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Tirkmen û Suryanî peyama 'Bi berxwedanê em bi ser ketin' dan.
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, 8'ê Adarê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin. Jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Tirkmen û Suryanî peyama 'Bi berxwedanê em bi ser ketin' dan.
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku 5 sal in êrîşên giran lê dihat kirin, duh bi beşdariya bi hezaran jinan, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. Bi hezaran jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Tirkmen û Asûrî tevlî pîrozbahiyê bûn.
'ME BI FELSEFEYA OCALAN BI SER XIST'
Di pîrozbahiyê de nûnerên YPJ, Kongreya Star, YPG, Asayîş û gelana xivîn. Li ser navê YPJ'ê Jiyan Tolhildan peyivî û diyar kir, wan bi perspektîfên jinê, civaka azad, azadî û berxwedanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe dan û li Şêx Meqsûdê bi ser ketin. Tolhildan got, "Eger ev berxwedan, perspektîf û felsefeya azadiyê nebûya, kesî nekarîbû 5 salan li ber xwe bide."
Di dewama axaftina xwe de Tolhildan got, "Piştî 5 salan weke jinên taxa Şêx Meqsûdê em li hev civiyan û Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Li Şêx Meqsûdê berxwedaneke dîrokî heye. Lehengiyên destanî derketin holê. Gelek hevalên me heta niha canê xwe feda kirine. Bêguman ev hemû li gorî felsefe û îdeolojiyekê rû dan. Me ji felsefe û îdeolojiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd bawer kirin, me hewl dan bibin şervanên vê îdeolojiyê û em bi ser ketin."
Li ser navê Kongreya Star jî Medya Mûhammed peyivî û anî ziman, şervanên YPJ û hêza jinê ya Asayîşê bi berxwedana dîrokî jinên ji hemû gelan li hev civandine. Mûhammed got, "Xwişkên me, birayên me, jinên bedew li ber xwe dan û em gihandin roja îro. Weke jinên gelên li Şêx Meqsûdê em deyndarê van berxwedêran e ku bi saya wan li hev dicivin."
'EM Ê JI BO SÎSTEMA XWE TÊBIKOŞIN'
Ji hêza jinê ya Asayîşê Meyhsûn Heleb jî da xuyakirin, ku weke jin ew ê her tim li hundir û derve ji bo parastina azadiya xwe û ji bo avakirina sîstema xwe têbikoşin û azadiya xwe bi destê kesî ve bernedin.
Piştî axaftinên bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî, pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.