8’ê Adarê li Êrîvanê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê jinên Kurd û jinên neteweyên din ên li Ermenistanê dijîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.

Li Êrîvanê li salona Voskî Hambur bi tevlîbûna jinên Kurd û jinên neteweyên din ên li Êrîvanê 8’ê Adarê di bin pêşengtiya meclîsa jinan bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Gelek jin û zarokên navçeya Akbaran û Oktonberiya, endamên meclîsa jinan tevlî şahiyê bûn a ku ji aliyê Lîanna Mhoyan ve hate birêvebirin. Şahî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û jinan şahî diyarî berxwedêrên Efrînê kir.

Axaftina destpêkê Lîanna Mhoyan kir û wiha got; “Di serî de cejna 8’ê Adarê li mîmarê jiyana azad li Rêber Apo, li cangoriyên têkoşîna azad, li hevalên ku li çeperên şer de li ber xwe didin, li gelê me yê welatparêz û li mêvanên hazir ji dil û can pîroz dikin û  we hemûyan silav dikim.Bi şahiya vê rojê bi taybet gelê me yê li Efrînê ku berxwedana dîrokî  dikin, em wan silav dikin û em carek din dibêjin ku, 8’ê Adarê  wê bibe wesîle aşitî, aramî û azadiya Rêber Apo û temamiya cîhanê.”

Piştre nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hate xwendin a ku di sala 2015’an de ji bo 8’ê Adarê nivîsandibû. Dema nameya Ocalan hate xwendin, dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ hate qîrkirin.

Piştre Endama Komîteya Kurdistanê  Mediya Garzan axivî û wiha got; “ Em 8’ê Adarê diyariya gelê Efrînê dikin diyarî Rêber Apo, şehîdên Efrînê û Avesta Xabûr, Arîn Mîrxanan û bi hezaran şehîdên Kurdistanê dikin.Em dibejin ev roja 8 Adarê wê bibe wesîleya aştiyê û azadiya berxwedana bêhempa ya ku li Efrînê 47 roj in berdewam dike.”

Herî dawî Seroka Komîteya Kurdistanê Jinika Qadir axivî û wiha got; “Îro jinên Kurd îspatkirin ku çi dewlet dibe û çi şerê çeteyan dibe,li hemberî wan bi berxwedaneke bêhempa têdikoşîn û li Efrîn, Kurdistanê şerekî mezin heye. Li ser vî esasî ez jî 8’ê Adarê li jinê têkoşer pîroz dikim yên ku li eniyan li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin. Em berxwedana gelê Efrînê pîroz dikin û hemû pêkhatiyên Rojavayê Kurdistanê silav dikin.”

Şahiya 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.