8’ê Adarê li Çiyayê Şengalê hate pîrozkirin

Yekîneyên Jinên Şengalê li çiyayê Şengalê bi pîrozbahiyeke 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çiyayê Şengal merasîmeke leşkerî lidarxistin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Yekîneyên Jinên Şengalê bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan çiyayê Şengalê û 8’ê Adarê bi merasîmekê pîroz kirin. Di merasîmê de Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîkam axivî, 8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û li tevayî jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got; “Bi têkoşîna jina azad, bi destê jinên têkoşer û jinên Apoyî wê civaka azad bi ser bikeve.”

‘HER JINEK PÊWÎST E BI ERK Û BERPIRSYARTIYA XWE RABE’

Întîkam diyar kir ku divê ji bo şîddet û desthilatdariya li ser jinê bê rakirin pêwîst e her jinek li gorî erk û berpirsyartiya xwe rabe û wiha got; “Îro 8’ê Adarê ye. Roja têkoşîna jina azad ya ku li hemberî dagirkeriyê ye, wekê hêza  leşkerî YJŞ’ê em di serî de em li hemû jinên ku niha di çeperan de ne pîroz dikin. Em jî vê roja pîroz di serî de jinên ku ev têkoşîna azadiyê meşandine û di vê xetê de, di vê têkoşînê de û di nav vê berxwedanê de ked dane, têkoşîn kirine û şehîd ketine em bi rêzdar û bi minnet bi bîr tîn û bejna xwe li hemberî bîranînê wan ditewînin.”

Axîn Întîkam wiha domand; “Ti  têkoşîn bê bedel nayê dayîn. Ji bona ku em vê têkoşîna azadiyê serbixînin û li her derê vê pêta agir û vê pêta têkoşîna jiyanekî azad û bi rûmet, wekê jin bi xwedî nasnameya xwe bijîn; pêwist e em bê navber di nava têkoşînekê de bin. Wekê ku tê zanîn niha li her derê şer, şîddet û desthilatdarî bi taybetî li ser civakê me, li ser gelê me heye. Ji bona ku em jî vê şîddet û desthilatdariyê rakin pêwist e her jinek li ku derê be bila be, divê bi erk û berpirsyaritya xwe rabe.”

‘BI TÊKOŞÎNA JINÊN APOYÎ WÊ CIVAKA AZAD BI SER BIKEVE’

Axîn Întîkam berxwedêrên Efrînê silav kir û wiha got; “Niha Efrînê, têkoşîna azadiyê tê dayîn û bê navber li hemberî tank û topên dijminê dagirker yê Erdogan berxwedaneke dîrokî tê kirin.  Dayîkên me, zarokên me heke niha li hemberî vê tundiyê disekinin, pêwist e em jî wekê hêzê leşkerî li her derê bi hemû hêza xwe em têkoşîn bidin meşandin û li hemberî vê dagirkerî û desthilatdariyê bisekinin û bi vê erkê xwe rabin. Helbet wê têkoşîna azadiyê, têkoşîna mirovahiyê jî wê jin serbixe, jin wê pêşengtiya vê bike. Em jî wekê YJŞ’ê di serî de jinên ku di çeperan de ne û li hemberî tank û topan li ber xwe didin, em vê cejna vejînê li wan pîroz dikin, ev cejn cejna rûmetê ye.  Û em dibêjin bijî berxwedana 8’ê Adarê, bi têkoşîna jina azad, bi destê jinên têkoşêr û jinên Apoyî; wê civaka azad ser bikeve. Ji bona vê jî em roja têkoşînê roja 8’ê Adarê em li hemû hevalan, li hemû gelên me û bi taybetî li Rêberê me yê ku vê kedê daye avakirin li Rêber APO pîroz dikin û em dibêjin em ê bê navber li vê jiyana pîroz xwedî derkevin ya ku bi ked, fikir û  ramanên Rêbertî hatiye avakirin. Û em dibêjin bijî 8’ê Adarê, bijî Serok Apo’

Piştî lidarxistina merasîma leşkerî  şervanên YJŞ’ê bi karwananeke wesayîtan  berê xwe dan Kersê û  8’ê Adarê li çiyayê Şengalê bi coşeke mezin pîroz kirin.”