4 girtiyên jin ên siyasî dest bi grêva birçîbûnê ya domdar kirin

Li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê 4 girtiyên jin ên siyasî ji 15’ê Adarê ve dest bi grêva birçîbûnê ya domdar û bê dorveger kirine.

Dawazên girtiyên bi navê Şîlan Çetîner, Fatma Befre, Kanîa Agirman û Songul Ekdî ku ev 23 roj in di grêva birçîbûnê de ne, ew e ku dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were û dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê vekişe.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûs Mêrsînê ya Jinan, 4 girtiyên jin ên siyasî ji bo ku dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were û dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê vekişe ji 15’ê Adarê û vir ve ketine grêva birçîbûnê ya domdar û bê dorveger.

Girtiyên siyasî yên bi navê  Şîlan Çetîner, Fatma Befre, Kanîa Agrman û Songul Ekdî ji ajansa me re name şandin û gotin li gel ku dewleta Tirk 2 mehan bi ser jîgehên sivîl de 2 mehan bê navber bombe barandine jî dewletên navnetewî ji ber berjewendiyên xwe bêdeng mane, di encama vê de jî bi sedan sivîl bi hovane hatin kuştin.

HÊZÊN DAGIRKER ÊN DEWLETÊ Lİ GEL ÇETEYAN DIVE JI EFRÎNÊ VEKIŞIN

Girtiyan diyar kirin di komkujiya Efrînê de para Rûsyayê jî heye û gotin NY, PA, YE û saziyên dî yên navnetewî li gel ku darama mirovahiyê didîtin jî ti biryara pêkirineke giran nestandine û gotin dewleta Tirk li Efrînê sûcê şer kirine: ‘’Hem dewletên global û herêmî jib o ku li Rojhilat Navîn û Kurdistanê ketine şerekî nû yê parvekirinê li ber mirina sivîlan bêdeng in. Em girtiyên siyasî, ti caran vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em dixwazin ku dagirkerî raweste û dewletên dagirker li gel çeteyên xwe vekişe. Her wiha em dixwazin tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me Birêz Abdullah Ocalan bi dawî were. Ji bo pêkhatine van du daxwazên me me 4 jinên girtî yên siyasî ji 15’ê Adarê ve em dest bi grêva birçîbûnê ya domdar û bê dorveger dikin. Em bang li hemû saziyên navnetewî û raya giştî dikin  ku bihistyar bin û ji bo ku şer rawestînin, dawî li zilmê bînin dengê xwe bilind bikin.’’