3 jinên ku li Silopyayê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn

Li Silopyayê sê jinên siyasetmedar ên Kurd ku hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û peyama “Heta ku tecrîd neyê rakirin, em ê li malê rûnenin.”

Li navçeya Şirnex Silopyayê 4’ê Çileya 2016’an Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demir, Endama Kongreya Jinên azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayîr di êrîşên qirkirina siyasî de hatibûn qetilkirin û 3 sal bi ser qetilkirina wan re derbas bû. Ev 3 sal e tu pêşketinek di dosyeyaya wan de çênebûyê,  li Silopyayê ji bo sê siyasetmedarên jin ên Kurd merasîma bibîranînê hate lidarxisitn.

Merasîm li avahiya HDP’ê ya Silopyayê pêk hat. Dayikên her sê jinên siyasetmekar, Parlamentera HDP’ê ya wanê Mûazzez Orhan, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Ebrû Gunay, Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes beşdarî merasîma bibîranê bûn.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgiritnê dest pê kir û piştre sînevîzyona ku ji bo sê siyasetmedarên jin hatibû amadekirin, hate temaşe kirin.

‘EM XEMGÎNIN, EM SERBILIND IN’

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan wiha got; “Beriya sê salan dîsan dewleta Tirk êrîşî berxwedana gelê Kurd kir. Li gelek bajaran ciwanên Kurd hatin qetilkirin, li jêrzemînan hatin şewitandin û şehîd kirin. Sê jin, sê siyasetmedar di nava berxwedana gel de cih girtin, têkoşiyan û şehîd bûn. Em xemgînin lê serê me bilind e.”

LEYLA GUVEN HATE SILAV KIRIN

Orhan bal kişande ser berxwedana Leyla Guven jî û wiha got; “Leyla Guven dibêje ‘bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan were rakirin’. Ew tecrîd li ser jiyan û azadiya gelê Kurd e. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê ev şer û rewşa kaosê bi dawî nebe. Dayika Leyla Guven rehmet kir lê ji ber rewşa tenduristiyê Guven nikare beşdarî cenazeyê dayika xwe jî bibe.”

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî got; “Her sê jin bi destê dewletê hatin qetilkirin. Hersê jin di nava têkoşîna civakî de bûn û ji ber vê sedemê hatin hedef kirin.” Îmîr çalakgerên grevên birçîbûnê jî silav kir.

‘HETA GEL Û SEROK AZAD NEBE...’

Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr jî axivî û wiha got; “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şopdarê têkoşîna wan û li pey wan bin. Divê em bibin yek. Îro roj roja gelê Kurd e. Heta ku hemû Kurd û Serok azad nebe divê em li malên xwe ne rûnin. Em berxwedana Leyla Guven jî slav dikin. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê rabikin ser pêyan, piştgirî bidin û bibin dengê wan.”

Dayika Pakîze Nayîr Behiye Nayir jî wiha got; “Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna hersê jinan derkevin û şopdarê rêya wan bin.”